Piştî ku çend caran vekirina dergeha Bokemal a Sûriyê hate astengkirin, desthilata Iraqê ragihand ku dê roja duşemê dergeh were vekirin.

Ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand ku roja duşemê hikumeta Iraqê dergeha di navbera Sûriye û Iraqê de vedike.

Her wiha ajansê li ser zimanê serokê Desteya Dergehên Sînoran Kazim Mihemd Bersîm El-Aqabî ragihand ku serokwezîr Adil Abdilmehdî vekirina dergehê erê kiriye û agahî piştrast kir û got dergeh li pêşiya rêwiyan û bazirganiyê vekirine.

Tê zanîn ku dergeh di navbera Sûriye û Iraqê de ye, li aliyê Sûriyê raserî bajarê Bokemal ê li Dêrazorê ye ku hêzên Îranê lê serwer in û di demên dawîn de gelek rûdan lê qewimîne.

Desthilata Iraqê berî niha 2 caran vekirina dergehê red kir û behsa pirsgirêkên birêvebirinê dikir, di heman demê de eşkere dikir ku ji ber fişarên Amerîkayê vekirina dergehê tê paşxistin