Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê ji bo 73. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hat lidarxistin.
Ji Brîtanyayê ber bi Kenyayê ve, lêkolîner Dr. Jeff Mîley jî di nav de Pêşengên Tevgera Rizgariya Grassroots ji Kenyayê peyama rojbûna Abdullah Ocalan şandin.
Dr. Thomas Jeff Mîley got, “Îro bi Abdullah Ocalan re watedar bû. Hikûmetek dewletparêz nikare bibe hikûmetek demokratîk. Demokrasî hêza gel e ku xwe bi rêve bibe.”
Berdevkê Tevgera Rizgariya Grassroots Gacheke Gachîhî jî ev tişt anî ziman, “Hema niha ji Ocalan re azadî, çawa ku me li Afrîqa û Kenyayê got, hema niha aştî û yekîtî!”
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku şitil hatin çandin, grafîteke mezin a bi daxwaza azadiya wî hat çêkirin.
GRASSROTS LÎBERATION ÇI YE?
Tevgera Rizgariya Grassroots ji ber girêdanbûna bi edaleta civakî hate avakirin. Tevgera ku dixwaze diyalektîka neo-kolonyal a xêrxwazî û girêdayîbûnê derbas bike, ji aliyê Damezrînera Ji Kurdistanê Re Aşitî ya Brîtanî Estella Schîmîd ve hatiye damezrandin. Di navbera Kenya û Ewropa û tevgera Kurd de rola pirekê dilîze.