Rojbûna 72’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê hate pîrozkirin.

Bi wesîleya rojbûna 72’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, li herêmên cuda yên Stenbolê çalakî hatin lidarxistin.

Li Fatîhê pîrozbahî hate kirin, li Gazîosmanpaşayê jî ji êgir peyva ‘Apo’ hate nivîsandin. Li Arnatûtkoyê 72 şitil hatin çandin, li Çatalca û Esenyûrtê fîşekên hewayî hatin teqandin.