Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan du şahiyên cuda li dar xist.

Di çalakiya yekem de jinên ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin ji Konseya Ewropayê re nameyek û ji Girava Îmraliyê re jî qert şandin.

Di saetên piştre de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya zarokan hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka KCDK-E’yê ya berê Fatoş Goksungur axaftinek kir.

Goksungur wiha got: “4’ê Nîsanê ne tenê roja jidayikbûna Serok Apo ye, di heman demê de roja vejîna Kurdan e. Rojbûn hem li Serok Apo û hem jî li Kurdistanê pîroz be.”

Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê li hev civiyan û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahî bi pêşengiya jin û ciwanan hat lidarxistin.

Bi boneya pîrozbahiyê pêşbirka çandî ya li ser dîrok, erdnîgarî û çanda Kurdistanê hat lidarxistin.

Piştre jî ciwan derketin ser dikê û stranên li ser Rêber Apo xwendin.

Li bajarê Gavle yê Swêdê jî 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.

Di çarçoveya pîrozbahiyê de pêşî Meclîsa Gel a Gavleborgê xwarina fitarê da; Piştî fitarê şahiya rojbûnê hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsê ji rêveberiya parlamentoyê Cemal Rojhilat axivî.

Rojhilat got, “Li cîhanê rojbûna tu rêberekî weke rojbûna Serok Apo ji aliyê gelan ve weke rojbûna xwe nehatiye qebûlkirin.

Ji ber ku ti gel weke gelê Kurd bi Rêberê xwe re ji nû ve ji dayik nebûye.

Rojbûna Serok Apo, pêşî li wî û li me hemûyan pîroz be.”

Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.