Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Alîkarê Berê yê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Cemal Eldîn Beyyûnî diyar kir, ku welatê wan nikare li rewşa li Lîbyayê temaşe bike û got, “Dewleta Tirk gelekî bêexlaq e û armanca xwe dagirkerî ye.”

Yek ji rojnamevanên ku pêvajoya şoreşê ya li Rojava şopand, Bêrîtan Sarya got, “Dema ku statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê qebûlkirin, wê hîn bêhtir bi pêş bikeve.” Sarya destnîşan kir, heta ku statu neyê qebûlkirin, DAÎŞ bi temamî ji holê nayê rakirin.

CDK-S, di salvegera Peymana Lozanê de ku Kurdistan kir çar parçe, bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên protestoyî yên 23-24’ê Tîrmehê bibin.

AKP’ê ku li hemû çiya û newalên Colemêrgê qereqol û HES çêkiriye, bi talankirina Şaredariya Colemêrgê re navenda bajêr jî wêran kiriye.

Li Kolombiyayê şerê navbera artêşê û gerîla giran bûye. Hate ragihandin ku helîkoptereke ku bi dehan leşker tê de bûn ketiye xwarê.

Li Efrîkayê ku nifûsa xwe zêde dibe, ji bo amadekirina qadên çandiniyê daristan tên şewitandin. Ev yek li gorî parzemînên din herî zêde li Efrîkayê rû dide.