Rojnameyên erebî yên îro der barê encamên serdana serokê Tirkiyê bo Rûsyayê, arîşeye di navbera Lubnan û Îsraîlê de û rewşa li Yemenê de nivîsîn.
El-Ereb: Erdogan ji bo parastina jiyana leşkerên xwe yên li Sûriyê hawara xwe digihîne Pûtîn
Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: “Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hawara xwe gihande hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn da ku hêzên Tirkiyê yên li rojhilatê Sûriyê ne, biparêze, piştî ku li Idlibê şer dijwar bû.”
Rojnameyê li ser zimanê berpirsekî Tirk ê payebilind da zanîn ku Erdogan ji Pûtîn xwestiye ji bo ewlehiya leşkerên Tirk li dijî êrîşên artêşa rejîmê yên li Bakur û Rojavayê Sûriyê hin tedbîran bigire.
Rojnameyê wiha nivîsî: “Tevî ku ragihandina her du welatan bi piranî behsa çekên ku Rûsya dê bifiroşe Tirkiyê kirin, lê serdana Erdogan a Rûsyayê ku rêje dirêj kir, fikarên Enqereyê yên der barê çarenûsa hêzên wê yên li Idlib û gundewarên Hemayê de, eşkere dike.”
Serdana serokkomarê Tirkiyê bo Rûsyayê diyar kir ku Tirkiye, di mijara şerên li Sûriyê, bi tevahî serê xwe ji mercên Rûsyayê re tewand.”
Li gorî çavdêran Tirkiyê tu helwest nîşan neda, der barê bêrêziya li dijî artêşa Tirkiyê de dema ku karwanê wan ji aliyê hêzên Sûriyê û Rûsyayê ve hate bombebarankirin, yan jî dema ku xala leşkerî ya Morkê hate dorpêçkirin.
Hin çavkaniyên dîplomatîk dibêjin, Erdogan xwe ji Amerîka û Ewropayê re bibêje ku ew ê her ber bi Rûsyayê ve biçe.
Rûsyayê daxwaza Erdogan a kirîna balafira So-57 erê kir.
Berpirsekî Tirkiyê ji Reutersê diyar kir ku mijara sereke ya serdanê mijara ewlehiya leşkerên Tirk ên li Sûriyê bû.
Li gorî çavdêran, atmosfera serdana Rûsyayê dide eşkerekirin ku Tirkiye dixwaze Rûsya destwerdanê bike da ku hebûna leşkerên wê li Sûriyê biparêze, ne ku ji bo dîsa bibe hevparê Soçî û Astanayê.
Li gorî hin derdorên Tirkiyê yên dijberê Erdogan, ew bi Rûsyayê zimanê lihevhatinê bi kar tîne, lê li dijî Amerîkayê zimanê guman û bêbaweriyê bi kar tîne, bi taybet der barê mijara lihevhatina rojhilatê Firatê de.
Ev derdor dibînin ku Erdogan tim gefa êrîşa leşkerî li herêmên rojhialtê Firatê dixwe, lê wî li hember pêşketina artêşa Sûriyê li rojava Firatê tiştek nekir, ev jî rastiya siyasetên Erdogan eşkere dike, êdî siyasetên wî yên Sûriyê ji aliyê gel ve nayên pejirandin. Opozîsyonê jî sûd ji vê rewşê wergirt û di hilbijartinên dawîn de Erdogan têk birin.”
Şerq El-Awsat: Beyrût xwe ji bo `bersivdayînê` amade dike
Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Meclisa Parastinê ya Bilind a Lubnanê diyar kir ku mafê Lubnanê yê xweparastinê heye, da ku êrîşên Îsraîlê dubare nebin, serokê hikumetê Saad El-Herîrî jî ji welatiyan re got “Aram bin, tiştekî tirsnak tune ye.”
Rojnameyê wiha nivîsî: “Li aliyekî hikumet xwe ji gavên bê re amade dike, piştî ku Hizbullah biryara bersivdayinê da û niha jî li benda berteka Tilebîbê ye. Li aliyên din El-Herîrî her bi Amerîka û aliyên navdewletî re di nava têkiliyan de ye da ku pêşî li Îsraîlê bigirin.”
Berpirsekî Lubnanî duh ji Reutersê re gotibû ku Hizbullah xwe bersivdayîneke biplan re amade dike ku nebe sedema şer. Beriya wê jî bi saatan, serokwezîrê Îsraîlê Benjamen Netanyahu, Hizbullah û hêzên Aqudul ên Îranê hişyar kiribûn û gotibû bila haj axaftinên xwe hebin.”
El-Ereb: Şerên li Yemenê ji bo nexşerêya nû ya desthilatdariyê
Rojnameyê nivîsî: “Hêzên kembera ewlehiyê li parêzgeha Îbîn a rojhilatê Aden`ê êrîşeke hêzên hikumeta Yemenê têk birin û nehiştin têkebin bajarê Zencebar`ê. Her du alî dixwazin nexşeya desthilatdariyê çêkin.”
Li gorî çavdêran, şerên li Yemenê, ji roja derbeya Hûsiya sala 2014`an ta roja şerê Aden`ê 10 tebaxê, ji bo ji nûve çêkirina nexşeya desthilatdariyên siyasî û deshilatdariya herêman pêk tê, ev tişt yek ji sedemên serke yên şer bûn.”
Şerq El-Awsat: Ji bo hevdîtina bi Trump re Rûhanî xwest ceza bêne rakirin
Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Duh, Îranê ku Rûhanî bi Trump re rûne, xwest ku ceza bêne rakirin û Amerîka vegere peymana nukleer.”
El-Ereb: Ji bo welatiyên Siûdiyê Tirkie êdî ne cihekî ewle ye
Rojnameyê nivîsî: “Piştî ku welatiyê Siûdiyê a ku hatibû revandin, hate dîtin jî, lê ev yek nêrîna welatiyên Siûdiyê naguherîne ku dibêjin Tirkiyê êdî ji bo geştê û bazirganiyê û hilberînê ne cihekî ewle ye. Ev tişt ne tenê encama bûyerên ku bi bajarê Tirkiyê bi serê welatiyên Siûdiyê tê de ye, her wiha encama êrîşên siyasî û ragihandinê de ye ku ji aliyê AKP`ê ya Erdogan li dijî Sûriyê tê birêvebirin.”
(k)