Şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yê li Baxozê, Kongreya Brukselê 3, geşedanên li Cezayîr, Iraq, Lubnan û Yemenê di rojevên çapemeniya erebî de bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Sivîl ji Baxozê derketin… DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe

Rojnameya El-Şerq El-El-Ewset der barê şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê de wiha nivîsî: “Li asîmanê bajarokê Baxozê yê rojhilatê Sûriyê dengê balafirên hevpeymanê, gulebaran û teqîna topan gihîşte hev, her wiha dûman mîna ewrekî li asîmanan bilind bû. Ev der devera herî dawîn e li rojhilatê Feratê ku di bin destê DAIŞ`ê de maye.”

Rojnameyê diyar kir ku piştî QSD’ê ji nû ve şer dest pê kir, pevçûn dijwar bûn. Çekdarên rêxistinê “DAIŞ” di çeper û xendekên ku li derdora kampa Baxozê kolane de li ber xwe didin. QSD’ê ragihand ku piştî şeveke dijwar gelek kesan xwe radest kir.

Ji fermandarên QSD`ê Cûdî Hesekê diyar kir ku çekdarên DAIŞ`ê di tunelên binerd de dilivin û wiha got: “Me ew dorpêç kirine, yan dê xwe radest bikin an dê bêne tunekirin.”

Al-Heyat: Kongreya Bruksel 3 ya ji bo piştgiriya pêşeroja Sûriyê û herêmê dest pê kir

Der barê mijarê de rojnameya Al-Heyat ev tişt nivîsî: “Di navbera rojên sêşem û pêncşemê de dê Yekitiya Ewropayê (YE) Kongreya Bruksel 3 ya der barê piştgiriya pêşeroja Sûriyê û herêmê de pêşwazî bike. Roja pêncşemê dê wezîrên karên derve yên YE`yê û Yekitiya Ereban aliyên siyasî yên aloziya Sûriyê binirxînin. Her wiha mijara alîkariya diravî û pêdiviyên mirovî ji bo salên 2019-2020’an bêne gotûbêjkirin.”

Iraq

Der barê geşedanên Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Hikumeta Adil Ebdilmehdî hewl dide di mijara hevpeymana deryavaniya di navbera Îran û Iraqê de hin destkeftiyan pêk bîne. Iraq ev demek e ji bo ku bikeve Deryaya Kendavê astengiyan dikişîne. Çavkaniyên ji hikumeta Iraqî diyar kir ku rayedarên Iraqê ji serokê Îranê Hesen Rûhanî xwestine peymana ku di salên 1970`î de hatiye çêkirin, ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin.”

Cezayîr

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê rewşa li Cezayûrê de wiha nivîsî: “Welatiyên Cezayîrê duh li dijî plana nû ya serok Ebdilezîz Bûtiflîqa daketin kolanan. Bûtiflîqa beriya 2 rojan der barê mijara hilbijartinên serokatiyê de planek eşkere kir. Helwesta welatiyan der barê planê de dê roja înê diyar bibe. Li gorî çavdêrên siyasî plana Bûtiflîqa dê li gorî makezagonê neyê pejirandin, di makezagonê de hilbijartinên serokatiyê tenê di rewşên awarte de dikare bê betalkirin.”

Lubnan

Rojnameya El-Ereb der barê serdana Pompeo ya Lubnanê de wiha nivîsî: “Hikumeta Lubnanê der barê mijarên sereke yên ku dê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Michael Pompeo gotûbêj bike, agahdar e. Li gorî çavkaniyên herêmî Pompeo dê rojên 22-23`yê Adarê serdana Lubnanê bike. Serdan dê piştî Kongreya Bruksel 3 pêk bê ku tê payîn di kongreyê de helwestên cîhanê der barê Îran û Sûriyê de diyar bibin.”

Yemen

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê geşedanên aloziya Yemenê de jî wiha got: “Kongreya Amerîkayê dê roja çarşemê der barê mijara rawestandina piştgiriya hemleya leşkerî ya Erebistana Siûdiyê li Yemenê de, dengdanê bike.”