Rojnameyên Erebî yên îro, behsa şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li cihê wê yê herî dawî li Dêrazorê, danûstandinên Yemenê û Lubnanê kirin.

El-Heyat: Hêzên Sûriyê Demokratîk: DAIŞ şerê çetewarî zêde kiriye

Rojnameya El-Heyat derbarê şerê QSD`ê li dijî cihê herî dawî yê DAIŞ`ê got:”Hêzên Sûriyê Demokratîk, duh ragihand ku rêxistina DAIŞ`ê êrîşên xwe bi awayekî çetewarî li dijî şervanên QSD`ê li Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Her wiha QSD`ê got tevî ku DAIŞ cihê xwe yê herî dawî winda bike jî, lê xeteriya xwe hîn wê dewam bike.

QSD`ê hindik maye ku DAIŞ`ê li cihê wê yê herî dawî li rojhilatê Sûriyê ango li gundê Baxozê têk bibe. Tê payîn ku hejmara endamên hêzên tendrew bi sedan in, her wiha 2 hezar sivîl jî hatin dorpêçkirin.

Rêveberê Mûdirê Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî got:”Endamên DAIŞ`ê di çend rojên dawî de êrîşên xwe zêde kirin.” Beriya niha bi sê rojan, DAIŞ`ê du êrîş birin ser gundê Zêban ku 90 km li bakurê Baxozê dikeve.”

El-Beyan: Rojhilatê Firatê xwe amade dike ku ji DAIŞ`ê xelas bibe

Di heman demê de, rojnameya El-Beyan jî behsa şerê QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê kir û got:”Rojhilatê Firatê ya Sûriyê xwe amade dike ku ji cihê herî dawî yê rêxistina DAIŞ`ê xelas bibe, dibe ku îro dawîbûna DAIŞ`ê were ragihandin. Çavkaniyekî ji QSD`ê diyar kir ku erebeyên mezin derbasî cihê herî dawî yê rêxistina DAIŞ`ê li Rojhilatê Firatê ya Sûriyê bûn, da ku sivîlan derxînin.”

Yemen

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa danûstandinên Yemenê kir û got:”Nûnerê Navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths texmîn dike ku wê xebatên jinûve belavbûna hêzan li El-Hudeyde destpê bike. Griffiths hêvî dike ku ev gav rê li ber xebatên siyasî li welat vebike.”

Lubnan

Her wiha têkildarî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El-Beyan got:”Bayloza Amerîka ya li Beyrûtê Elizabeth Richard  duh ji serokê hikumeta Lubnanê re Seed El-Herêrî re gotiye ku  ew derbarê  rola rêxistinê ku pêsxasin xwe di huikumetê de hene bi fikar in. Elizabeth Richard bi vê yekê îşaret bi Huzebellah kir.”

(kc)