Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, helwesta Rûsyayê ya der barê daxwaza Tirkiyê de, lûtkeya îslamî û aloziya Sûdanê kir.

Şerq El-Ewset: Komên çekdar êrîşî rojavayê Hemayê kir û hêzên rejîmê jî noqteyeke Tirkiyê topbaran kir

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Komên muxalîf ên oposzîsyonê sibeha roja înê, êrîşî bajarokê El-Hiwêz ê bejahiya Hemayê ya naverasta Sûriyê kir ku di bin serweriya rejîma Sûriyê de ye. Di heman demê de, hêzên hikumeta Sûriyê jî noqteyeke çavdêriyê ya Tirkiyê li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir.”

El-Heyat: Moskov; Enqere berpirsyariya rawestandina şer li Idliba Sûriyê ye

Rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Kremlînê ragihand ku Tirkiyê berpirsê rawestandina şer li parêzgeha Idlibê Sûriyê ye, ev yek jî piştî ku Enqereyê ji Moskovê têkildarî rawestandina şer daxwaz kir, pêk hat. Di heman demê de, serokê Rûsyayê Pûtîn roja înê, bi endamên Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê re têkildarî rewşa dawîn li herêma Idlibê ya Sûriyê rûnişt.”

El-Quds El-Erebî: Sûriye; aloziya di navbera Rûsya û Tirkiyê de dihêle ku dosyaya Idlibê germ û ne zelal be

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Di demekê de ku topbaran û bombebarana Rûsya-Sûriyê li ser Idlibê jiyana zêdetirî 3.5 milyon mirovan dixe xetereyê, duh alozî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derket û ev yek jî dihêle ku parêzgeha Idlibê germ be û çarenûsa xwe ne diyar be.”

El-Ereb: Rûsya zextê li ser Tirkiyê dike da ku stratejiya xwe ya der barê radîkalan de li Idlibê biguherîne

Rojnameya El-Ereb behsa aloziya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de kir û got: “Rûsyayê helwesteke hişk ji banga serokkomarê  Tirkiyê Erdogan a rawestandina şer li Idlibê girt.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Şevê din nîşaneyên nêzîkbûnê di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhertinê de der barê pêşniyareke erêkirî di navbera her du aliyan de, derket holê.”

Îsraîl

Der barê hilbijatinên Îsraîlê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Hilbijartinên Îsraîlê yên nû, serokwezîr û berpirsê Partiya Likud Benjamin Netanyahu dixe ezmûna çarenûsî ji pêşeroja siyasî re ku ew bi tawanên gelek dozên gendeliyê hatiye dorpêçkirin.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha got: “Mij û dûmanek der barê pêşeroja partiya Banga Îslamî li Iraqê heye, ew tevî ku serokê buroya siyasî Heyder El-Ebadî îstifaya xwe ji hemû erkên siyasî di hundir de da, ev yek jî zext li ser Nûrî El-Malikî fermandarê partiyê zêde dike.”

Lîbya

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Xelîfe Hefter fermandarê giştî yê artêşa El-Wetenî Lîbya cara yekemîn e bi awayekî fermî û vekirî serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn li Moskovê dibîne, ew yek bêyî tu agahiyên fermî pêk hat.”