Rojnamevan Celal Başlangiç li elmanya bajarê Kolnê,li nexweşxaneya ku tedawiya penceşêrê lê didît, jiyana xwe ji dest da.

Başlangiç di sala 1956’an de li Stenbolê ji dayik bû. Di sala 1978’an de ji Dibistana Bilind a Têkîliyên bi Gel re û Rojnamevantiyê ya Zanîngeha Ege xwend.

Di sala 1975’an de dest bi rojnameya Ege Ekspres kir. Piştre bi rêzê ve di rojnameyên Demokrat Îzmîr (1977) û Polîtîka (1979) de kar kir.

Di navbera salên 1981-1984’an de Nûneriya Herêma Edene ya rojnameya Cûmhûriyet, Gerinendiya Polîtîke û Midûriyeta Karên Nivîsê kir.

Bû damezrînerê rojnameya Evrensel û bû midûrê weşana giştî û herî dawî li ewropa weke derhênerê weşana damezrîner ay Arti TV û Arti Gerçek cih girt.

Rojnamevan Celal Başlangiç, 6 pirtûk nivîsî ne û bi nûçeyên xwe yên têkildarî komkujiyên di salên 1990’î de, li Kurdistanê çêbûne, dihate naskirin û di dîroka çapameniya Tirkiyê de xwedî cihekî giring e.