YRA-ji bo şehadeat Seyît Evran daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku li bajarê Qamişlo li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat dayîn de gelek rojnamevan û nûnerên saziyan jî amade bûn û wêneyên şehîd Seyîd Evran hatin hildan.

Daxuyanî li ser navê rojnamevanan ji aliyê Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî ve hat xwendin û wuha hate gotin:

“Stuneke din a Çapemeniya Azad a Kurdistanê ber bi bêdawîbûnê ve bar kir.

Me rêhevalê xwe yê rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran 22’yê Îlona 2023’yan de winda kir.

Hevalê me ku ev demek dirêj bû bi nexweşiya dil ketibû, li nexweşxaneya dihat dermankirin, şehîd bû.

Ew bîr û hafizeya Çapemeniya Azad a 30 salên dawiyê bû.

Li ser vê rêya bi rûmet û giranbûha bû rêwiyekî çalak yê bêwestan bû.

Azwerî, xebata ji bo ronîkirina civakan û biryardariya wî ya têkoşînê hemû astengî û zehmetiyên derketine pêşiya wî ji holê rakirin.

Bi sekin, liv û tevger û pênûsa xwe, di rûpelên çapemeniya azad de cihekî bêhempa girtiye.

Rêhevalê me Seyîd hemû jiyana xwe xist xizmeta têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe.

Bi meşa xwe ya şev û rojan gelek merheleyên girîng derbas kirin û rastiya vê erdnîgariyê raxist ber çavan.

Hevalê Seyîd mîlîtanekî pêşeng ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Çameniya Azad bû.

Li çar aliyên Kurdistanê bi pênusa xwe rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê ji hemû cîhanê re ragihand.

Hevalê Seyîd Evran mîna têkoşerên çapemeniya azad yên wekî Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Deniz Firat, Dilîşan Îbîş û bi dehan şehîdên din di rêya heqîqet û azadiyê de bû meşalek ku rêya me ronî dike.

Ji şopdarên riya ronîkirinê mîrateyek mezin hiştiye.

Em jî weke şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê û heqîqetê didin.

Rêya wan wê her tim me ronî û zana bike.”