Rojnamevan Serdar Karakoç ku ji salên 90’î ve di çapemeniya azad de xebat dike.
Ev 23 salin ji ber zext û zilma dewlata Tirk li uwrupa dijî û xebatên xwe didomîne.
Serdar Karakoç roja pencşeme ji aliyê polîsen Holanda ve hat binçavkirin.
Hat hînbûn ku ev binçavkirin bi daxwaza dewleta Almanya pêk hatiye.
Her wiha Serdar Karakoç we îro derkeve dadgehe.
Hejayî gotineye ku Serdar Karakoç sala 1990’î nûnere rojnama Ozgur Gundeme ya Îzmîre bû.
Serdar Karakoç sala 1994’an de dema avahiya rojnama Ozgur Ulke hat bombe kirin jî yek ji kesen di nava avahiyede bû.