Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 226 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 226 rojin di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa me de wek edîtor dixebite.