Rojnameya Neus Deutschlanê ji bo balê bikişîne ser serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku ji duh nîvro ve li paytexta Elmanyayê Berlînê ye û dest bi danûstandinên fermî kiriye, manşêta xwe bi Kurdî da.
Rojnameya ku bi manşêta ”Ne bi xêr tê Erdogan’ derketî ragihand ku Erdogan li Elmanyayê ji hêla derdoreke berfireh û muxalefetê ve nayê xwestin. Rojnameyê sûcên Erdogan ên van demên dawî yên li Kurdistanê û Tirkiyê bi bîr xist û rexne lê anî ku Serokkomarê Tirk bi xaliya sor tê pêşwazîkirin.
ASTENGIYA LI NÛÇEGIHANÊ EVRENSELÊ
Nûçegihanê Evrenselê Azîz Koçyîgît ku li ser navê rojnameya Evrenselê ji bo ku serdana Erdogan bişopîne serî li Rêveberiya Çapemeniya Federal a Elman dayî, hate redkirin û berê wî dane Sefaretxaneya Tirk. Koçyîgît ku bi salan e li Serokwezîriya Elman akredîtasyona wî heye, got ew welatiyê Elman e, li Elmanya dijî, îtîrazê biryarê da lê ti encam nestand.