Rojnameya Ronahî derbasî salvegera xwe ya 8`emîn dibe ku bi 8 endaman dest pê kir û hefteyê carekê dihat weşandin. Niha jî veguheriye saziyekê ku bi dehan endam tê de dixebitin û heftane 5 hejmarên xwe çap dike.

Hejmara yekemîn a rojnameya Ronahî di 16’ê Cotmeha 2012’an de li bajarê Helebê bi destê kadroyeke ji 8 kesan pêk tê, hate çapkirin. Rojnameya Ronahî belavkirina fikra demokratîk armanc dike û destkeftiyên pêkhateyên herêmê ji raya giştî di hundirê Sûriyeyê de radigihîne. Rojnameyê di destpêkê de bi derfetên herî kêm û tevî zextên rêjîma Sûriyeyê di wê demê de heftane hejmareke xwe çap dikir.

Kadroya rojnameyê di belavkirina rastiyan de û bi taybet girêdayî mijarên herêmên Rojava ji raya giştî di hundirê Sûriyeyê de bi israr bûn. Piştî ku çarçoveya xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûriyeyê zêde bûn, kar û xebatên rojnameyê bêtir pêşve çûn û kadroya rojnameyê bi hemû hêza xwe hewl da daxwaza pêkhateyên herêmê û têkoşîn û berxwedana gelên herêmê ji raya giştî re ragihîne.

Rojnameya Ronahî di destpêkê de tenê li çend bajarên Sûriyeyê wekî Şam, Heleb, Reqa, Minbic û herêmên Rojavayê Kurdistanê dihat belavkirin. Hêdî hêdî rojname bêtir pêşve çû û di belavkirina fikra têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana ku welatiyên Rojava li dijî komên çete didin de cihê xwe girt.

Piştî ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gelek taxên bajarê Helebê dagir kirin, rojnameya Ronahî di sala 2013’an de ber bi bajarê Qamişlo ve hate veguhastin û li vir kar û xebatên xwe domandin. Ji wê demê ve û heta niha rojnameyê serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn û niha heftane 5 hejmarên xwe bi zimanên kurdî û erebî çap dike. Di rojnameyê de gelek mijarên xizmetguzarî, siyasî, civakî, aborî, jin, ciwan û leşkerî tên nirxandin.

Sozan Elî edîtora beşa erebî di rojnameya Ronahî de destnîşan kir ku destpêkê ew rastî gelek astengiyan hatine û da zanîn ku ew wek kadroya rojnameyê armanca wan belavkirina fikra azad û ragihandina rastiya civakê ye.

Endamê rêveberiya rojnameya Ronahî Ebdilrehman Mihemed diyar kir ku ji bo rastiya şoreşa gelên herêmê were ragihandin û destkeftiyên pêkhateyên herêmê ji raya giştî ya Sûriyeyê re werin ragihandin, ew ê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.