Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan behsa deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê di Sûriyeyê de kirin û hewldanên koma biçûk a avakirina komîteya destûrî. Rojnameyan diyar kirin ku metirsiya derketina DAIŞ’ê tevî ku li Sûriye û Îraqê hatiye tunekirin heye. Rojnameyan her wiha behsa hilbijartinên parlemana Başûrê Kurdistanê û serdana Erdogan a Almaniya û rewşên Filistîn û Yemenê û hin mijarên din kirin.

El-Qudis El-Erebî: rêjîm û alîkarên wê agirbestê binpê dikin û Idlibê topbaran kirin. Komên radîkal ji devera bê-çek vedikişin

Girêdayî karûbarên Sûriyeyê rojnameyên îro hatine çapkirin behsa rewşa deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê kirin. rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan hewl dide bendên hevpeymana Soçî ya der barê Idlibê de pêk bîne ku bi Rûsyayê re îmze kiriye. Hêzên rêjîma Sûriyeyê û komên biyanî ku alîkariya wê dikin agirbesta li Idlibê binpê dikin û hin dever rojhilatê gundewarê Laziqiyê, gundewarê başûrê Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê û bakurrojavayê gundewarê Hemayê topbaran kirin.

Şerq El-Ewsat: Du belgeyên Sûriyeyê li ser maseya hevkarên Waşintonê ne.. Amerîka avakirina komîteya destûrî bi lez dike

Girêdayî xebatên avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê bi hevpîşeyên xwe yên “koma biçûk” re ku di nava wê de dewletên rojavayî û herêmî yên sereke hene dê li NewYork bicivin û doxya Sûriyeyê gotûbêj bikin. Di civînê de du belge dê bêne gotûbêjkirin: yek ji wan ji aliyê Waşintoê ve hatiye amadekirin û nêrîna xwe ya çalakiya siyasî û sererastkirina destûrî vedibêje. Ya duyemîn jî reşiknameya encamnameyê ye û helwesta xwe ji avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê vedibêje ku ji aliyê şandeyê navnetewî Stîffan De Mistûra ve tê meşandin.

Waşintonê belgeyek ku ji du rûpelan pêk tê pêşkêşî hevkarên xwe yên di “koma biçûk” de ne ku ji Birêtaniya, Fransa, Almaniya, Siûdiyê, Urdun û Misrê pêk tê. Di belgeyê de sererastkirina destûrî digire nava xwe û di nava wê de “guhertina serweriyên serokê Sûriyeyê” û serweriyên mezintir dide serokê Hikûmetê. Her wiha rola sivîl di çaksaziya dezgehên ewlehî de û pêkanîna sîstemeke nenavendî di Sûriyeyê de.

Armanc ji vê belgehê ew e ku lêvegerek were avakirin û têkliyên di navbera van dewletan û danûstandina bi Rûsya û Netewên Yekbûyî re birêve bibe.

El-Ereb: Pispor guman dikin ku DAIŞ piştî têkçûnê hêza xwe jinûve kom bike

Girêdayî mijara hebûna DAIŞ’ê û têkçûna wê de rojnameya El-Ereb diyar kir ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Sûriyeyê têk çûye, lê ji ber tunebûna çareseriyên cewherî ku ji ber wê hatiye avakirin, pispor hişyariyê didin ku dibe ku komên cîhadîst ji nû ve derbikevin.

Di lêkolînekê de ya bi navê “Divê DAIŞ careke din li Sûriyeyê derbikeve” ku nû hatiye weşandin. Lêkolîner Hesen Hesen endamê bernameya têkldarî karûbarên radîkalbûnê di zanîngeha Corc Waşintonê de diyar dike ku eger çekdar hatibin têkşikandin, pirsgirêkên ku hiştiye ew derbikevin hêjî nehatine çareserkirin.

Hesen wiha domand: “Eger sûd ji waneyên dîrokê bêne wergirtin, diyar dibe ku cîhadîst dê sûd ji rewşa tevlîhev sûd werbigirin û dê beşdarî tabûrên opozîsyona li dijî El-Esed bibin da ku xwe ji nû ve komî ser hevûdu bikin û dê hebûneke xwe ya hemdem li herêmê damezrînin.

Birêveberê Berê yê Karîgeriya Giştî ya Fransî ya Ewlehiya Derve Birnard Bajoliyê wiha got: “DAIŞ li ser erdê têk çû, lê rêxistin hêjî metirsîdar e û metirsî hêjî nehatiye tunekirin.”

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa helwesta Amerîka ji çareserkirina doza Filistînê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Trump çareseriya du dewletan dipejirîne û pilaneke aştiyê di van çend mehan de.”

Tirkiye

Der barê karûbarên Tirkiyeyê de rojnameya El-Heyat behsa serdana Erdogan a Almaniya û xwepêşandanên li dijî hatina wî kir û nivîseke xwe wiha bi nav ir: “Erdogan serdana Almaniya dike û xwepêşandanên nerazîbûna serdana wî”.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê û hilbijartinên parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Hilbijartinên parlemana Kurdistana Îraqê sibe dest pê dike”.

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa xebatên siyasî yên Sultaniyeta Umanê ji bo çareserkirina aloziya Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Sultaniyeta Umanê ji çarçoveya xweparastina ji dosya Yemenê derdikeve”.

Girêdayî mijareke din a herêmê de rojnameya Şerq El-Ewsat bihsa xebatên ji bo lidarxistina lûtkeyekê kir ku dê li Amerîka were lidarxistin û nivîseke xwe wiha bi nav kir: “Rayedarekî Amerîka; Waşinton lidarxistina lûtkeyeke dewletên kendavê, Misir û Urdunê ji bo hevkariyeke stratejîk amade dike”.