Ronahî Serhed: Dewleta Tirk bi tirsa hilweşînê tevdigere

Ronahî Serhed: Dewleta Tirk bi tirsa hilweşînê tevdigere

Salvegera 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li herêma Bradostê ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hate pîrozkirin. Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê Ronahî Serhed li merasîmê axivî û pêvajoya siyasî nirxand. Serhed li ser rewşa dewleta Tirk got, “Diyar bû ku dijmin wê êrîşa xwe ya giştî ku şer kûr dike, bidomîne. Dijmin ji sala 2010’an û vir ve li ser vê konseptê disekine.”

Serhed destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest êrîşî destketiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê bike, wan desteser bike û wiha dewam kir, “Em van jî weke tenê destketiyên me nikarin binirxînin. Bi giştî pêşketinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ev derxistine holê. Wekî tevger em jî rolên eskerî, siyasî, dîplomatîk û avakar dilîzin. Ji bo me berê qada pratîk tenê Kurdistan bû. Şer, her çiqasî li deverên din hebû jî di esas de li Kurdistanê kûr bibû. Hem şerê li Rojhilata Navîn hem jî girêdayî vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn alî zelal kirin. DAÎŞ jî ji holê rabû. Rastiya netewe-dewletê jî derket holê. Bes navenda van êrîşan çima em in? Ji ber ku hemû planên me li Rojhilata Navîn pratîk dibin, berê van êrîşan li me ne.”

‘DIJMIN XWEST BERÊ XWE BIDE NAVENDA RÊXISTINÊ’

Serhed got, eger NATO li dijî wan nesekiniya wê hêza dewleta Tirk ewqasî li ber xwe nedabana û wiha pê de çû, “Niha jî NATO di nav de ye. Lê belê cudabûna wê çi ye? Ne tenê girtina qadekê ye, wek şerê ku li Başûr jî çêbûne, ne tenê ji bo qadek baregehê, li wir hêzên xwe demkurtî yan jî demsalî bicihkirin, hinek windahî, zexta li ser gel e. Mesele ne tenê ev in. Komploya yekemîn li ser Rêbertî pêk hat û xwestin giştî tasfiye bikin. Fêhmkirina vê komployê erka me hemûyan e û ew jî bi azadiya Serokatî girêdayî ye. Lê di vir de bi ser neketin. Serokatî ev komplo vala derxist. Niha çima dijmin navendên rêxistinê dike hedef? Li qadên gerîla, li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşek heye, lê dixwaze êrîşa li ser navenda rêxistinê wekî komployeke duyemîn pêk bîne. Dixwaze rêxistinê belav bike, hêviyên gel bişkîne.”

‘DEWLETEKE KU NAYÊ XWESTIN’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed anî ziman ku dewleta Tirk, piştî êrîşî Efrînê kiriye xwestiye ji bo xwe atmosfereke wisa ava bike ku kes nikare pêşî lê bigire, wê xwe li Rojhilata Navîn bi cih bike, wek aliyên Ereb xwe li Rojhilata Navîn bike aliyekî diyarker û wiha domand; “Lê belê, piştî Efrînê ev pêk nehat. Wekî herêmî nakokiyên wê kûrtir bûne. Hem herêmî hem jî navneteweyî wekî dewleteke ku nayê xwestin tê pêşwazîkirin. Ketiye nava krîzek cidî ya aborî. Dolar firiyaye, mesela. Esas ji 2010’an ve krîza aborî li Tirkiyeyê kûr e. Lê ji ber desteka NATO’yê, ji bo li Rojhilata Navîn bê bikaranîn, li ser lingan dihate hiştin. Niha li gorî berjewendiyên xwe ambargo danîn ser, li milekî dihêlin. Ev ji bo Tirkiyeyê tengavbûyînek mezin e. Erdogan dibêje ’em serê xwe natewînîn’. Siyasetmedarek zû bi zû vê nabêje. Armanca vê, yek propaganda ye, gel kişandina cem xwe ye, ya din jî esas rastiyek wisa di bin de heye.”

‘ŞER, ŞEREKÎ ÎDEOJÎK E’

Serhed bi bîr xist ku li qada navneteweyî hatiye îlankirin ku dîktatorek Tirkiyeyê bi rê ve dibe û wiha axivî: “Ya din jî nakokiyek cidî di nava Tirkiyeyê de heye. Lewma jî encamên van hilbijartinên dawî hatin veşartin. A rast ew e ku ji nîvê Tirkiyeyê zêdetir ne bi vê desthilatdariyê re ne. Eger di vî şerî de bişkê, ne tenê desthilatdariya AKP’ê, wê giştî komara faşîzma Tirk ji pêvajoya avabûna xwe heta niha dest bi pêngaveke nû bike, guhertinek nû bide destpêkirin. Ji ber vê tirsê di şer de ewqasî kûr bûye. Hem leşkerî hem siyasî hem çandî hem civakî hem jî di nav de şerê taybet dide meşandin. Şerê ku di vê demê de tê domandin zêdetir îdeolojîk e. Serokatî îdeolojiyê temsil dikir. Komploya yekemîn li ser vî esasî hat kirin. Rêxistin, bi tevahî hebûneke îdeolojîk e. Ji ber vê yekê êrîşî rêxistinê dikin.”

NAVNÎŞANÊN ME