Hunermend Rotînda anî ziman ku rihê arabesk di hunerê de li pêşiya gavên nû dibe asteng û got “Dijminên gelê Kurd bi zanebûn çanda arabesk li Kurdistanê bi pêş dixin. Divê li dijî wan, çanda kurdî ya kevnar derkeve pêş.”
Hunermend Rotînda destnîşan kir ku di ronakbîriya gel de divê huner rola xwe bilîze û ji bo bersiva şoreşê pêngavên nû di aliyê çand û hunerê de bên avêtin.
Rotînda di destpêka axaftina xwe de nasîna xwe ya hunerê ji me re parve kir û got: “Huner ji bo min reng û jiyan e. Min huner ji lorîkên dayika xwe, Radyoya Erîvanê û hunermend Şakiro nas kir. Hestên hunerê xwezayî ne û di cewhera mirov de heye.”
‘Rojava roniya çavê cîhanê ye’
Rotînda ji bo yekemîn car dîtina Rojavayê Kurdistanê dilşadiya xwe wiha anî ser ziman: “Rojava roniya çavê cîhanê ye. Tu here ku derê dema ku mirov dibejê ez Kurd im, yekser navê Ocalan piştre Kobanê tê gotin. Di şoreşa Sovyetê de ji bo pêşîgirtina êrîşan sînor li derdor hatibû çêkirin. Li Rojava ev tişt cuda ye. Dewletên derve ji ber sîstema demokratîk a li Rojava ditirsin ku bandorekê li welatên wan bike, di herêmên xwe de sînor ava kirine. Şoreşa Rojava gerdûnî, xwezayî, mafdar û rengê gelan e. Bi hatina Rojava re dilşadiyek, kelecaneke gelekî mezin li gel min çêbû.”
‘Di ronakbîriya gel de divê huner rola xwe bilîze’
Hunermend Rotînda girîngiya hunera kurdî wiha tîne ziman: “Di cîhanê de çi qas şoreş pêk werin jî di aliyê çandî de pêşketin pêk neye, tu nikarî hêza xwe ji civakê re bidî pejirandin. Mînak ji bo Kurdan bi taybet têkoşîneke 40 salan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng e. Heke em vê keda şehîdan bi çand û hunerê nedin nasîn, dê nasîna şoreşê kem be. Ji ber wê girîngiya ku rêber Apo dide têkoşîna gelê Kurd, du qat zêdetir girîngî dide çand û hunerê. Heke em bixwazin civakê şiyar bikin û bi pêş bixin, divê huner rola xwe bilîze.”
Rotînda tekildarî asta hunera kurdî diyar kir ku rihê arabesk li pêşiya gavên nû dibe asteng û dibêje: “Ji sala 1990’î şûnve di tevahî cîhanê de cemidandinek çêbû. Li gorî cîhanê çanda kurdî pêşketî ye lê şaşiyên mezin jî hene. Di hunera kurdî de dubarekirin û arabesk zêde bûye. Bandora arabeskê li ser civaka me mixabin gelek e. Ji ber ku hestên arabeskê binketî ne û rihê arabesk li pêşiya gavên nû dibe asteng. Kurd îro rêbertiya şoreşa cîhanê dikin. Lê mixabin ji aliye çand û hunerî de xwînqirêjiya desthilatdaran ji ser me nehatiye avêtin. Ji ber wê ye ku pêşketinên ku gel dixwaze, kêm in.”
Yekemîn hedefa dijminên Kurdan çand e
Rotînda diyar kir ku dewletên dagirker bi zanebûn çanda arabesk li Kurdistanê bi pêş dixin û got: “Dewleta Tirk a dagirker beriya her tiştî çanda gelê Kurd dike hedef. Eşkere digotin destpêkê em çanda Kurdan hilweşînin, piştre ew ê bên jibîrkirin. Rengê civakê bi çand û hunerê diyar dibe. Taybet ev çanda arabesk bi zanebûn li Kurdistanê de bi pêş dixin.”
Rotînda destnîşan kir ku li dijî çanda arabesk divê çanda kurdî ya kevnar derkeve pêş û got: “Ji bo ku em bikarin bibin bersiva şoreşê ku bi deh hezaran xwîna şehîdan hatiye avakirin, divê pêngavên mezin di aliyê çand û hunerê de em biavêjin. Bandora çand û hunera kurdî di şoreşa Rojava de heye lê mixabin di berheman de ev zêde diyar nabe. Divê em çanda kurdî ya kevnar derxin pêş.”
Rotînda anî ziman ku belavbûna hunermendên Kurd bi avakirina yekitiya neteweyî ya Kurdistanê re dê çaresêr bibe û got: “Yekitiya neteweyî bi her awayî bandora xwe li hunera kurdî dike. Di warê siyasî de yekitiyek ava nebe, dê di çand û hunera kurdî de jî ev belavbûyîn berdewam bike.”
ANHA