RSF ku navenda xwe li Parîsê ye, îndeksa azadiya çapemeniyê ya 2020’an eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin, krîza tenduristiyê ku tehde li rewşa aborî û siyasî kiriye, her wiha kêmasiya baweriyê ya li sektora çapemeniyê jî zêde kiriye.

Li gorî RSF’ê, îndeksa azadiya çapemeniyê ya cîhanê ya 2020’an nîşan dide ku 10 salên bê wê ji bo rojnamevaniyê diyarker bin.

RSF’ê krîzên ku wê bandorê li paşeroja rojnamevaniyê bikin wiha bi rêz kir: “Krîza jeopolîtîk (êrişkariya mdelên otorîter), teknolojîk (kêmaniya baweriyên demokratîk), demokratîk (dijberiya hev, zexta siyasî), bawerî (guman, hêrsa li dijî medya nûçeyan) û aborî (kêmbûna hêza rojnamevaniya bi kalîte).”

HETA SALA 2030’Î WÊ ÇI BIBE?

Sekreterê Giştî yê RSF’ê Chrîstophe Deloîre diyar kir, krîza tenduristiyê jî li van her pênc krîzan zêde bûye û got, “Şewba vîrûsa koronayê, ji bo mafê agahî wergirtinê ya pê bawer, wêneyekî faktorên neyînî pêşkêş dike. Heta sala 2030’î wê azadî, pirrengî û baweriya bi agahiyê çi be? Bersiva vê pirsê îro tê dayin.”

Di vê çarçoveyê de di îndeksa RSF’ê de Çîn di rêza 177’emîn û Îran jî bi kêmkirina 3 rêzan daket rêza 173’an. RSF’ê bal kişand ser sansura giran a li van welatan.

Li gorî raporê di rêza herî jêr de Koreya Bakur heye.

Di rêzên destpêkê de jî Norwêc, Fînlandiya û Danîmarka hene.

TIRKIYE JI HER DEMÊ BÊHTIR OTORÎTER BÛ

Tirkiyeyê di rêza 154’an de cih girt. RSF’ê diyar kir, sansura li ser çapemeniyê ya li Tirkiyeyê bi taybetî li ser înternetê zêde bûye û destnîşan kir, “Li vî welatê ku ji her demê bêhtir otorîter bûye, bilêvkirina belavokeke PKK’ê û navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, yan jî rabûna li ber polîtîkayên ewlekariyê li medya dîjîtal, dibe sedem ku nivîskar bê girtin.”