Li Efrîkayê ku xwedî nifûsa herî ciwan e, li gorî parzemînên din şewba Covîd-19 zêde lê belav nebûye. Lê belê ji ber tedbîrên li dijî şewbê hatine wergirtin, têkoşîna li dijî gelek nexweşiyên din lawaz bûye. Yek ji van nexweşiyan jî diyabet e ku bandorê li dehan milyon mirovên li vê parzemînê dike.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Diyabetê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev nexweşiya her sal dibe sedema mirina bi milyonan kesî li Efrîkayê metirsî ye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li gorî daneyên Federasyona Diyabetê ya Navneteweyî (FID) di sala 2019’an de li parzemîna ku nifûsa xwe 1.3 milyar mirov e, 360 hezar kes ji ber diyabetê mirin.
Hate ragihandin ku ji çar paran sê parê van mirovên jiyana xwe ji dest dan kêmî 60 salî bûn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nexweşî ji bo parzemînê her mezin dibe.
HEJMARA NEXWEŞAN WÊ BI 2.5 QATÎ ZÊDE BIBE
Ji bo têkoşîna li dijî diyabetê bang hate kirin û hate bibîrxistin ku heta sala 2019’an 19.4 milyon mirov li parzemînê nexweşê diyabetê bûn.
Di daxuyaniya RTC’ê de hişyarî hate dayin ku ev hejmar sal bi sal zêde dibe û tê payin ku sala 2030’î bibe 29 milyon kes, di sala 2045’an de jî bigihêje 47 milyon kesî.
JI BO TEŞXÎSA ZÛ, TEDBÎR Û TEDAWIYÊ DIVÊ HÎN BÊHTIR RAZEMENÎ BÊ KIRIN
Dîrektorê Herêma Efrîkayê ya RTC Dr. Matshîdîso Moetî daxuyanî bi xwe da û diyar kir ku her sal bi milyonan mirov ji ber xizaniyê û nexweşiyên ji ber vê yekê li Efrîkayê jiyana xwe ji dest didin û xwest têkoşîna li dijî diyabetê bê xurtkirin.
Dr. Moetî diyar kir ku ji bo nexweşî bi milyonan mirovan nekuje divê li teşxîsa zû, tedbîr û tedawiyê razemeniyeke mezintir bê kirin.