Rêveberiya DYE’yê ambargoyên yekalî yên ku Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya peymana nukleer de rakiribû, dîsa xist meriyerê.

Fransa, Keyîtiya Yekgirtî û Elmanyayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kir ku DYE van ambargoyan dîsa dixe meriyetê û ‘li derveyî hiqûqê’ tevdigere.

Her sê welatan diyar kirin ku biryara DYE di warê hiqûqî de bêbandor e.

Rûsya û Çînê jî diyar kiribû ku ew li dijî zextên yekalî yên DYE’yê ne.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji ber ku li hemberî zextên DYE’yê rabûn  endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pîroz kir. Rûhanî got ku, “Vê hewldana DYE’yê ya derbarê zextan mehkûmî têkçûnê ye.”

Rûhanî got ku, “Em ê destûrê nedin zextên DYE’yê û bersivekê bidin wê.”