Parlamenterê HDP’ê yê serdemên 25 û 26’an ê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, ya ku bi tecrîdê xwest bikin, nekarî bikin.

Adiyaman diyar kir, bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwestin nêrîn û paradîgmaya Ocalan, yanî pêşniyarên wî yên ji bo aştî û azadiya gelan li nava çar dîwaran asê bikin, lê belê bi ser neketin.

Mehmet Emîn Adiyaman anî ziman ku paradîgmaya Ocalan di pratîkê de bi cih tê anîn û got, “Mînakên Rojava, Bakurê Kurdistanê, Rojhilat li pêş çavan e. Ji vê jî wêdetir, paradîgmaya rêbertî ji bo gel û rêxistinên têkoşîna azadiyê dimeşînin ne tenê referans e, her wiha tê wateya doktrînê. Li zanîngehên herî baş ên dinyayê bi sedan xwendekar li ser nêrînên Ocalan teza xwe ya doktor çêdikin. Ocalan li qada zanistiyê jî li qada felsefeyê jî xwedî cihekî girîng e.”

Adiyaman bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd û anî ziman, Ocalan ji bo Kurdan tê wateya hebûnê, hişyarbûnê, serhildanê. Adiyaman got, “Ocalan ruh, mejî, dil û wijdanê Kurdan e” û wiha dewam kir: “Têkiliya navbera Rêbertî û gelê Kurd fîzîkî nîne, têkiliyeke ruhî, fikrî ye. Bi milyonan mirov hene ku Ocalan di hişê wan de cih digire. Em bala xwe bidin ser ruhê li Kobanê li ber xwe da. DAÎŞ’ê Mûsil a ji milyonek mirovî di nava 2 saetan de bi dest xist. Kontrolkirina Reqayê rojekê neajot. Lê belê bi mehan dor li Kobanê girt, lê kir nekir nekarî bi dest bixe. Li Kobanê kê li ber xwe da? Ruhê Apoyî li ber xwe da. Tecrîd li Kobanê parçe bû. Eger mirov bala xwe bidin ser ruhê Apoyî yê li Kobanê wê bê dîtin ku tecrîd bi kêr nehatiye.”

Mehmet Emîn Adiyaman bi nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê işaret bi şert û mercên girtîgeha Îmraliyê jî kir û got, “Li Tirkiyeyê hin mafên standart ên girtî û hikumxwaran hene. Mesela, hefteyê carekê dikar bi telefonê bi xizmên xwe re biaxivin, wekî din hefteyê carekê dikarin xizmên xwe bibînin, mehê carekê mafê hevdîtina bi hev re heye, her wiha mafê xwe hene ku timî karibin parêzerên xwe bibînin. Lê belê dewleta Tirk Birêz Ocalan weke mehkûmekî normal jî nabîne. Bi temamî hewl dide wî ji rojevê derxîne, ji hişê mirovan derxîne. Destûrê nadin wî ku karibe hevalên girtî yên li wê derê ne bibîne. Bi wî mejî tevdigerin ku Ocalan li wê derê xwe bi xwe bi dawî bibe. Lê belê 20 salan nîşanî me da ku Birêz Ocalan bi îradeyeke xurt polîtîkayên wan hemû têk bir. Îradeyeke gelekî mezin a afirîner derxist holê.”

Adiyaman ji bo berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirine weke pêngaveke dîrokî nirxand û got, “Vê pêngava dîrokî ya ku parlamenter Leyla da destpêkirin, li her derê şert û mercên rêxistinbûn û berxwedanê afirand. Gelekî girîng e ku ev pêngava dîrokî ji bo rakirina tecrîdê tê kirin. Û ez bawer im ku ev yek wê bi ser bikeve. Ne bawerim ku li pêşberî vê pêla bexwedanê hem hêzên global, hem jî Tirkiye karibin bisekinin.”