Rûniştina doza ku bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” li 16 kesên tevlî bîranîna Roboskî bûn hate vekirin, pêk hat.
Tevî xizmên qurbaniyên komkujiya Roboskî li 16 kesan bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Şirnexê pêk hat. Kesên tên darizandin tevlî rûniştina dozê nebûn, lê parêzerên wan amade bûn.
Heyeta dadgehê bi hinceta “temamkirina ewraqên kêm” rûniştina dozê ji bo 5’ê Nîsana 2021’ê taloq kir.