Rûniştina doza Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a dîlgirtî hate taloqkirin.
Ji ber daxuyaniya li ser girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul bi îdîaya “heqareta li serokkomar” doz li Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 10’emîn Dadgeha Ceza ya Enqereyê pêk hat.
Parêzerên Yuksekdag û Erdogan tevlî rûniştinê bûn. Yuksekdag ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî rûniştinê nebû.
Heyeta dadgehê rûniştin ji bo 11’ê Sibata 2021’ê taloq kir.