Rûsipiyên eşîran koçberên Sûriyeyî hişyar kirin û got; “Nebin hevkarê şerê navxweyî yê dewleta Tirk”. Li aliyê din Rûsipyan bang li hemû pêkhateyan kir ku li dora QSD’ê bibin xelek.

Navenda Komîteya lihevanînê li bajarê Kobanê bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, na ji bêdengiya navneteweyî re” îro civînek ji rûspî û nûnerên eşîrên herêma Firatê re li dar xist.

Nêzî 100 kesayetên ji herêmên Firat, Minbic, Tebqa û Reqayê tev li civînê bûn.

Di civînê de endamê Komîteya Rûspiyan a Kantona Kobanê Mislim Mihemed Bozan, endamê Komîteya Rûspiyan a Minbicê şêx Sadiq El-Esîdî axivîn û behsa rola eşîran di avakirina civakeke demokratîk û vejandina rihê berxwedanê li dijî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê kir.

‘NEBIN HEVKARÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ DEWLETA TIRK’

Rûspî û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku koçberên Sûriyê yên ji herêmên Sûriyê koç kirine, nebin agirê şerê navxweyî li welêt ku Tirkiyê pêk tîne, her wiha teqez kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berê û heta niha cihekî ewle ji sed hezaran şêniyên Sûriyê re ku ji ber hevpeymanên Tirkiyê koçber bûn.

Piştre Enwer Mislim axivî û helwestên rejîma Sûriyê ji êrişên Tirkiyê û binpêkirina wê ji serdestiya Sûriyê û komkujiyên li ser gelê Sûriyê rexne kirin.

Di dawiya civînê de ku bi çend seatan dewam kir, beşdaran daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin:

“Li ser bingeha însiyatîfa Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên Desteya Rûspiyan û nûnerên herêmên Firatê, Minbic, Reqa û Tebqayê li Kobanê, da ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa piştî dagirkeriya faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê yên DAê, lêkolîn bike.

Beşdarên civînê diyar kir ku rûdanên li Bakurê Sûriyê pêk tên, dagirkeriya Tirk e ku armanc dike serdema Osmaniyan bide vejandin, di dagirkeriya xwe de DAÎŞ`yên ku reviyan bikar tîne, pêkhateyên herêmê berê gelek zehmetî ji kiryarên wan dîtin, ew bûn amûra faşîzms Tirkiyê.

Herêmên me ewle bûn û bi sed hezaran gelê Sûriyê ku ji ber şer reviyan, berê xwe dan van herêmên ewle, me dikaribû sîstemekî demokratîk ava bikin ku caran yekemîn di dîrokê de azadî û wekhevî bi vî awayî hebû, vê yekê xweşiya dijminên gelan neanî û dest bi êrişan kirin.

Em wek rûspî û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku tenê berxwedan li pêşiya pêkhateyan e, da ku parastina rûmetê bikin û jiyana bindest qebûl nekin û parastina destkefiyên şehîdan bikin, her wiha em bang li hêzên cîhanî dikin ku parastina nirxên mirovahî bikin û zagonên navneteweyî pêk bînin. Ji ber eger stûxwarbûnek ji dagirkeran re nehatiba kirin, dê herêmên ewle dagir nebûna.

Her wiha em bang li şêniyên Sûriyê yên ku bûne amûra di destê faşîsta Tirkiyê de û stûyê xwe ji dagirkeriya Tirk re xwar kirin, dikin ku dev ji rewşa qirêj berdin û vegerin civaka xwe li şûna bibin hevkarê sûcên Tirkiyê û DAÎŞ`ê, her wiha em amade ne ku bi wan re bibin alîkar da ku li rêya rast vegerin.

Di dawiyê de em bang li pêkhateyan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û li kêleka QSD`ê bisekinin, QSD ji bo parastina rûmeta me hate avakirin, ciwanên me hene ku bi xwîna xwe parastina nirx û rûmeta me bikin.”