Tê payîn ku di Îlona bê de Tirkiye têkildarî dahatûya Sûriyeyê bi beşdariya Elmanya, Fransa û Rûsyayê ‘Civîneke Sûriyeyê’ li dar bixe. Di vê pêvajoyê de Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev têkildarî Tirkiyeyê daxuyaniyeke balkêş da.
‘JI BO KU LEŞKERÊN TIRK DERKEVIN EM Ê ISRAR BIKIN’
Nûnerê taybet ê Rûsyayê Lavrentyev ji ajansa Rûs re axivî û ev tişt got:
“Heke em werin ser meseleya herêmên ku ji aliyê leşkerên Tirk ve tên kontrolkirin, ev der di navbera Ezaz û Cerablûsê de ye û qadeke gelekî mezin e. Ji bo ku li Îdlîbê pergalek were avakirin, Tirkiyeyê xwe xist binê hin berpirsyariyan. Me her dem got ku, piştî ku operasyonên wan ên li vê derê û peywira wan qediya, divê leşkerên Tirk ji vê derê derkevin. Dema ku sivîl bi awayekî ewle karibin li vê derê bijîn, em ê israr bikin ku divê leşkerên Tirk ji van deran derkevin. Piştre ew ê yekbûna van herêman bidome.”
SÛRIYE: EM Ê TIRKIYEYÊ DERXÎNIN!
Nûnerê Meclîsa Daîmî yê Yekîtiya Neteweyî Beşar Caferî jî duh di civîna Soçiyê de ya ku Tirkiye jî beşdar bûbû, gotinên wekî vî tiştî gotibû.
Caferî diyar kiribû ku, bicihbûna Tirkiyeyê ya li welatê wan ‘dagirkerî’ ye, hikumeta Sûriyeyê hewl dide li hemû welat kontrolê bi dest bixe û ew ê çavê xwe ji mayîna leşkerên Tirk a ji bo dema dirêj re negirin. Caferî gotibû ku ‘Em ê wan derxînin.’