Dagirkeriya Rûsya ya li ser Ukranayê ku 24’ê Sibatê dest pê kirî di roja 6’an de didome.
Piştî hevdîtinên 28’ê Sibatê ya li ser sînorê Belarûzê ya di navbeyna aliyan de, şande ji bo ku şêwra xwe bikin vegeriyan paytextên xwe. Tê payin hevdîtina dora duyan di nêz de bibe.
Ji dîmenên peykê yên li qadê xuya dike artêşa Rûs bi qasî 25 km nêzî Kîevê bûye, li ser xeteke 60 kmy leşker hatine bicihkirin.
Li rojhilatêbakur bajêrê herî mezin ê duyan Kharkîv ji hêla artêşa Rûs ve tê bombekirin. Li gorî rayedarên Ukraynî bi kêmanî 11 kes mirin, bi dehan jê birîndar bûn.
Bajarê Herson yê li bakurê Qirimê hatiye dorpêçkirin. Şaredarê Hersonê Îgor Kolîhayev li ser hesabê Facebookê got, ”Artêşa ûs li têketina Hersonê bend danîn. Miro nizane bê ka wê çi bibe” û got, ”Herson Ukrayna ye, wê weke Ukrayna bimîne. Herson li ber xwe dide.”
Ji dîmenên li ser medyaya dijîtal xuya dibe artêşa Rûs dikeve vî bajarê ku 290 hezar kes lê dijîn.
Artêşa Rûs baregeheke li bajarê Ahtîrka ya li herêma Sumî bombe kiribû. Waliyê Sumî Dîmîtrî Jîvîtskî li ser rûpela Facebookê got ji ber bombekirinê ji 70’yî zêdetir leşkerên Ukraynî mirine.
Li gorî Ukraynayê ji detpêka şer û wri ve 350 sivîl mirin. Lê Rûsya dibêje wan sivîl nekirine hedefa xwe.
Li gorî Komîseriya Payebilind a Penaberan a YE’yê ji 24’ê Sibatê û wir ve bi qasî 500 hezar Ukraynî xwe li welatên cîran girtine.
Eniya rojava her ku diçe li ser Rûsyayê zêdetir dijdînin. Swîsre cara pêşî ye ku ‘statûya bêalî’ xira dike û kete nav wan welatên ku li ser Rûsyayê dijdînin.
Bi çarçoweya lêdidandinê wê mal û milkê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn were cemidandin û her wiha qada ezmanî li balafirên Rûsyayê were girtin.
YE wê bihayê 450 milyon euroyî çekên kujer ji Ukraynayê re bişîne.