Endamê TEV-DEM’ê yê Helebê Mihemed Emîn diyar kir ku Rûsya, di siyasetên gurkirina aloziya Sûriyê û dagirkirinê de, Tirkiyê wekî Hespê Troy bikar tîne û wiha got: “Rûsya pergala S400 wekî kaxezekê bikar tîne da ku Tirkiyê ji NATO‘yê qut bike.”

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yê Helebê Mihemed Emîn pêşketinên li Sûriyê, dosyaya Idlibê û girêdawî wê têkiliyên Rûsya û Tirkiyê nirxand.

‘Tirkiyê “Hespê Troy” yê Rûsyayê ye’

Emîn li ser têkiliyên Tirkiyê û Rûsya yê wiha axivî: “Têkiliyên her du welatan li ser esasê ku Rûsya di şerê li Sûriyê de Tirkiyê bi kar bîne, ava bûye. Rûsyê di her pêşketinekê ser qada Sûriyê de, ji derbasbûna herêma Idlib, Efrîn û gundewarên rojava û bakurê Helebê Tirkiyê wekî Hespê Troy bikar tîne. Mosko niha bi dosyaya Sûriyê dilîze, carê li Idlibê li dahola şer dide da ku berê Erdogan bide Kermelin û lihevkirinên nû pêk re çêbike. “

Enqere çi ji Moskoyê dixwaze?

Mihemed Emîn li ser pirsa Enqere çi ji Moskoyê dixwaze? wiha got: “Ji ber tirsa ji belavbûna koçber û terorîstan, daxwaza wê ya yekemîn ew e ku dosyaya Idlibê were cemindandin. Bi vê yekê  Rûsya dixwaze demeke dirêj qezenc bike da ku guhertinên li Efrînê dewam bike û hemû nîqaşên li ser wê paş bixe. Ya duyemîn jî rêya ji Dîlokê heta Helebê û rêya navdewletî ya M 5 heta Şam û  Urdinê veke. Her wiha dê Enqere hêzên li Idlibê îstîsmar bike da ku veguhestinê li ser hesabê şêniyên Efrînê yên li Til Rifet û derdora wê pêk bînin û hebûna Kurdan tine bikin. Îran jî nêzîkatiyên Rûsya û Tirkiyê red dike, ji ber ku Îran qebûl nake artêşa Tirk û çeteyên wê nêzî bajarokên Nubul û Zehrayê bibin.”

‘Dosyaya Idlibê “Fikarên Tirkiyê ye”’

Emîn li ser dosyaya Idlibê wiha got: “Dosyaya Idlibê yek ji fikarên Tirkiyê ye. Dosyaya Idlibê girêk e, ji ber ku bûye kombûna hemû detayên aloziya Sûriyê. Li Idlibê bi hezaran çekdarên ji gelek nasnameyan hene. Mosko jî nikare bersiva pirsa Idlib dê bi ku ve biçe, bide? Nemaze piştî ku Putin teqez kir ku bi kêmanî 5 hezar Qoqaz li Idlibê hene ku Rûsya naxwaze vegerin. Her wiha Çîn jî naxwaze derdora 15 hezar cîhadîstên Îgor ji bilî malbatên wan vegerin. Tirkiyê ji vê yekê bi fikre ku çeteyên mayî di şerekî nêzîk de, ber bi Tirkiyê ve bêne şandin.”

Emîn destnîşan kir ku Erdogan çeteyên El-Nusra yên ku di lîsteya teorê de ne dihelîne.

‘Rûsya S400 wekî kaxezekê bi kar tîne da ku Tirkiyê ji NATO‘yê qut bike’

Mihemed Emîn li ser helwesta Tirkiyê ya bijartina di navbara DYA û Rûsya de got: “Gelo Erdogan moşekên S400 di ser balafirên F 35 de dibîne? Heger wisa bike dê berpirsyartiya encamên wê rake. Em dikarin bêjin ku Tirkiyê ber bi krîzeke mezin ve diçe. Rûsya S400 wekî kaxezekê bi kar tîne da ku Tirkiyê ji NATO‘yê qut bike û hevpyamên aborî zêde bike.”

(bb)

ANHA