Wezareta Rûs diyar kir ku civîna bilind a navbera her çar welatan wê di demeke nêz de pêk were.

Hate gotin, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê roja Duşemê biçe Enqereyê, 2 rojan lê bimîne û ji bo civîna bilind amadekariyan bike.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî roja Înê bi rêya telefonê li ser meseleya Sûriyeyê axivîbûn.