Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Îranî Huseyîn Emîr Abdullahiyan wiha axivî, “Me garantiyên nivîskî wergirt. Tevlî peymanên jinûve destpêkirina Plana Çalakiyê ya Berfireh a Hevpar a li ser bernameya nukleerî ya Îranê kirin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh jî diyar kiribû ku Emîr Abdullahiyan ji bo dewamkirina hevdîtinên li ser nukleerê serdana Moskowayê kiriye.
Beriya niha bi 10 rojan dihate ragihandin ku hevdîtinên li Viyanayê li ber pêkhatina peyameneke li ser mijara nukleerê ye.
Lê belê Rûsya ya ku ji ber şerê Ûkraynayê dewletên Rojavayî pêkanîn lê ferz kir, 5’ê Adarê daxwazên nû kiribû.
Rûsyayê dixwest ku garantî ji wan re bê dayin ku pêkanînên Emerîkayê bandorê li hevkariya aboriyê ya bi Îranê re neke.