Beriya civîna NATO’yê li Îdlîbê helîkoptera rejîmê hate xistin. Rûsyayê bi tundî Tirkiye hişyar kir. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg jî got “Divê rejîma Esad û Rûsya êrîşên xwe bide sekinandin.”

Li Îdlîbê derbarê şerê di navbera dewleta Tirk û Sûriye-Rûsyayê de, NATO û Rûsyayê di heman demê de daxuyanî dan. Rûsyayê ji ber êrîşan dewleta Tirk sûcdar kir, NATO’yê jî Rûsya sûcdar kir.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov derbarê rewşa li Îdlîbê daxuyanî da û got ku “Li Îdlîbê divê li dijî artêşa Sûriyeyê û hêzên leşkerî yên Rûsyayê çalakiyên terorîstane were sekinandin. Li Îdlîbê komên çeteyan ji zû ve digerin û bi ser de êrîşî tesîsên Sûriye û Rûsyayê dikin.”

Peskov diyar kir ku berpirsyariya sererastkirina li Îdlîbê di stûyê dewleta Tirk de ye û got ku “Di peymana Soçîyê de me qala van tiştan kiribû. Em tu nirxandinan nakin û balê dikşînin ser metna ku hatiye îmzekirin. Di vir de tu şîrove û nirxandin nayê kirin.”

NATOYÊ PIŞTGIRÎ DA TIRKIYEYÊ Û RÛSYA HIŞYAR KIR

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg derbarê şerê li Îdlîbê daxuyanî da. Stoltenberg got ku “Em êrîşên li Îdlîbê şermezar dikin. Em bang li rejîma Esad û Rûsyayê dikin ku divê bi lez êrîşan bide sekinandin.”

HELÎKOPTERA REJÎMÊ HATE XISTIN

Beriya van geşedanan helîkoptereke rejîma Sûriyeyê li nêzî gundê Qamînas a Seraqîba Îdlîbê hate xistin. Hate diyarkirin ku her du pîlotên helîkopterê ji aliyê çeteyan ve hatine kuştin.