Rûsyayê piştgiriya xwe ji bo serokê Venezuelayê Nicholas Maduro û hikumeta wî ragihand.
NAVENDA NÛÇEYAN
Sekreterê çapemeniyê yê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand ku Juan Guido wek serokê parlamentoyê nas dike, lê belê wek serokê dewletê nas nake.
Peskov ji rojnamevanan re wiha got: “Em Juan Guido nas nakin, birêz Maduro serokê dewletê ye û ew û hikumeta wî li Venezuelayê hevkarên me ne.”
Serokê parlamentoya Venezuelayê Juan Guido xwe wek serokê demkî yê dewletê ragihandibû û anî ziman ku guhertina desthilatdariyê dê li gorî berjewendiyên hevkarên wan ên wekî Çîn û Rûsyayê bin.
Yekitiya Ewropayê, DYA, Brazîl û Arjantînê Guido wek serokê demkî yê dewletê nas kir.
Rûsya di xebatên petrola Venezuelayê de kar dike û piştgirî da artêşa wê.
(kc)