Lîderê Şîa Muqteda Sadr, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo berjewendiyên giştî yên Iraqê, ji bo hikumeta nû xurt bibe û artêş û polîs bi hêz bibin, ev biryar girtiye. 

Sadr, anî ziman ku koma  Seraya es-Selam a di nav Heşdî Şebî de wê xebatên xwe tenê li derdora Bexda, Samara û başûrê welêt Kerbelayê bidomîne û derveyî van, wê yekîneyên xwe yên çekdar belav bike. 

Sadr, got di rewşa heyî de fermandarê Seraya es-Selam şêwirmendê wî ye û peywireke wî ya dîtir nîn e. 

Sadr anî ziman ku ferman daye Seraya es-Selam ku çekên ji bo têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ji hikûmetê wergirtine, radestî hikûmetê bikin û got li derveyî welêt pêkanîna çalakiyên leşkerî teqez qedexe kiriye. 

Mukteda es Sadr, roja Pênçşemê biryar dabû ku xebatên Seraya es-Selam ên li Basrayê bide sekinandin û li Iraqê derveyî “xebatên Cîhadê” tevlîbûna wan a karekî dîtir qedexe ye.

Sadr, beriya niha jî biryara ku xebatên milîsên xwe yên navborî yên li herêma Diyala û herêmên din bide sekinandin dabû. 

Yekîneyên girêdayî Seraya es-Selam, li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê sala 2014’an li herêma Samara ya nêzî paytext Bexdayê bicih bibûn û hewl dabûn gorên Şîa biparêzin.