Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike M.M. ji şêniyên Efrînê ye, binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê vegot. M.M got: “Kî biçe Efrînê ji binpêkirinên çeteyan xilas nabe û azaran dikşîne.”
Di 18`ê Adara 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. Ji wê rojê ve çeteyên dagirkeriyê binpêkirinên xwe yên dermirovî li ser gelê Efrînê didin meşandin.
Gelek malbatên ku nekarîn dagirkeriyê qebûl bikin, ji Efrînê derketin. Şêniya bi navê M.M. a 55 salî dayîka 5 zarokan e. Ev nêzî 20 rojane ku ji Efrînê derketiye. M.M. ji bo parastina jiyana xizmên xwe yên li Efrînê dimînin, nexwest navê xwe eşkere bike.
M.M. serpêhatiya xwe ya li Efrînê wiha vegot: “Dema dagirkeriyê de em ji Efrînê derketin. Çeteyên Ereb milkên me talan kirbûn. Me bihîst ku eger xwediyên milkan vegerin dê milkên wan lê vegerînin. Ji ber wê em neçar man biçin Efrînê. Ez, du kur û keçek min, hevsera kurê min, hevsere birayê min (F.M) û kurê wê vegeriyan Efrînê.”
Piştî vegerê tugaya Lîwa El-Şemal rê dide ku ew vegerin malên xwe, lê tugaya Sultan El-Murad tevî Lîwa El-Şemal carek din bi ser malê de digirin û wan bi zorê ji malê derdixînin.
Jin li Efrînê qurban in
Şêniya bi navê M.M. diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê rojane asta binpêkirinên xwe yên ne exlaqî li ser jinan zêde dikin û jin dibin qurbaniyên kirinên wan.
M.M. wiha domand: “Piştî du rojan, hejmarek ji endamên artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyan ser mala me de girtin. Hevsera birayên hevserê min bi îdiayên ne rast tewanbar kirin û revandin. 28 rojan ew girtin. Êşkence li wan kirin. Çeteyan ew xistibûn odeyek tijî mar û mişk.”
Çeteyan bi hinceta ku keça M.M ya 14 salî dibistana Rêveberiya Xweser xwendiye, her roj M.M bi revandina keça wê tehdît dikirin. Çeteyan ji M.M re gotiye dê keça te ya 14 salî bi me re bizewic e. Piştî demekê dest ji vê xwesteka xwe berdan e. Vê carê jî kurê wê 16 rojan digirin. Piştî serbestberdanê wî neçar kirin ku belgeyek ji girtîgehê bigirin ta were berdan.
Di cara duyem de çeteyan kurê wê yê din jî digirin û 15 rojan girtî dimîne. Kurê M.M. rastî îşkenceyê tê û xwarinê jê qut dikin.
M.M serpêhatiya du jinên 50 salî bi bîr xist û got: “Rojekê çeteyan ser mala du jinan de girtin. Çeteyan her du jin heya 24 rojan bi rêbazên hovane îşkence kirin heya ku ji ser hişê xwe çûn. Ew ji xwe re kiribûn cariye.”
Artêşa Tirk a dagirker şêniyan bi vegerê dixapîne
M.M. got: “Çeteyan zor li min kirin ku ez bi hevserê xwe re biaxivim û jê re bêjim herêm bi ewleye vegere Efrînê. Bi vê siyasetê şêniyan dixapînin.”
Di dawiyê de M.M. got: “Kî biçe Efrînê azar û êşê ji binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker dikşîne.”
(şx)
ANHA