Heyeta dadgehê di danişîna doza Musa Anter û JÎTEM’ê piştî îfadeya şahidan girtin taloq kir. Parêzerê Mextûr Selîm Okçuoglu, xwest Mahmut Yildirim ê bi kodê “Yeşil” ku tê gotin hêj dijî, çarçoveya parastina şahid bê lêkolînkirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza Prz. Okçuoglu qebûl kir.

Piştî doza cînayeta Musa Anter û doza JÎTEM’ê kirin yek danişîna 9’emîn a dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Têkildarî kuştina Anter, endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim ê kodê wî “Yeşîl” e jî di nav de 4 bersûc ji dosyeya kirin yek û bû 16 bersûc bi beşdariya parêzerên bersûc û mudafî û Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, nûnerên Navenda Hafizayê, nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) Erol Onderoglu şopandin. Di danişînê de Serokê Daîreya Îstîxbarata Serfermandariyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn bi navê şahid îfade da. Piştî şahidan îfade da heyetê doz taloq kir. Piştî îfadeya Serokê Daîreya Îstîhbaratê ya Serfermandariyê yê berê Îsmail Hakki Pekîn hat girtin, roportaja Rojnameger Abdurrahman Şimşek bi bersûc Abdulkadir Aygan re kiriye nêzî 40 deqîqeyan li salonê hat temaşekirin. Dîmena ku Aygan, di şeva Musa Anter hat kuştin de di daxuyaniyên video de gotine, halê xam hat temaşekirin.

‘HAMÎT YILDIRIM ANTER KUŞT’

Aygan, di vîdeoyê de wiha dibêje: “Dema Hamît Yildirim hat pir bi kelecan bû. Li cem her kesî çek hebû. Li ser wî debance hebû. çeka 9 mîlîmetre ya 14 xwir dabû Hamit Yıldırimê Şirnexî. Min got te çima neanî cem me? Hamît jî got ‘Ketin şikê ji ber vê yekê ez neçar mam berdimê’. Ev yê wêneyê Hamit Yıldırım teyît kir û qatîl e. Zilamê Cemil Işık bû. Wekî Hemîdê Şirnexî dihat zanîn. Ji Dêrgula Şirnexê bû. Wekî Hemît Yildirim ê Şirnexî dihat nasîn.

Kesê ku JÎTEM û Yeşîl erkdar kiribû ev bû. Ez rast teşîs dikim Wêneyê salek beriya cînayetê û 9 sal piştî cînayetê kişand dişibiyan hev. Zirav û dirêj bû. Wê demê jî îşlig li xwe kiribû û debance xistibû bin îşligê xwe.
Li Swêdê jî wêneyên dişibiyan vê yekê ji min re anîn. Ez nikarim vê yekê bi ser û ber teşhîs bikim. Lê kesê ku min li Amedê dît ev e. Ez li ser navê tişta herî pîroz sond dixwim ku vî şexsî kir. Mirovekî kal li wir kuştin. Min salekê peywir dabû ku wî bibe cihekî. Lê min nizanîbû dê li wir çi bibe. Fermana kuştinê nedabûn. Tenê gotibûn bînin.”

Piştî CD’ hat temaşekirin, parêzerê mexdûr Selîm Okçuoglu jî got “Wekî hûn dizanin her tişt dikare bibe delîl. Ya ku vê yekê binirxîne takdira wê aydî heyeta dadgehê ye. Îro em bi delîlekî li dijî hiqûqê li hemberî we ne. Hem şahidiya İsmail Hakkı Pekin û hem jî CD me gavek din pêşve dibe. Em dixwazin îfadeya Bersûc Abdulkadir Aygan û axaftina Pekin a di vîdeoyê de bê deşifrekirin û li dosyayê bê zêdekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Xerpêtê Huseyin Oguz ku weki erkdarê Îstîxbarata Cendirmeyan xebitî, divê wekî şahid bê guhdarkirin. Dîsa divê hemşire Neriman Korkmaz jî wekî şahid bê guhdar kirin. îfadeya ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê li Têkoşîna bi Terorê re îfade da teblîgî dosyayê bê kirin. Ji bo vê yekê jî divê nivîsa muzakereyê bê nivîsandin. Ka lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Pekin de lêpirsîn heye ya na bê teblîgkirin. Divê der barê bûyera Cemîl Işik ê bi kodê Hogir ku li Almanya hat qetil kirin de ewraqê cerahî li dosyayê bê zêdekirin. Di vê mijarê de dixwazim aqûbeta biryara navberê bê pirsîn. Daxuyaniyên der barê Cem Ersever de derketin holê. Em dixwazin lêpirsîna der barê Cem Ersever de li dosyayê bê zêdekirin. Erkdarê MÎT’ê Mahmut Yildirim ê bi kodê ‘Yeşil’ku bi wan re ketine temasê û ev 2 kes wekî şahid li dosyayê bên zêdekirin. Dîsa em bawer dikin ku Mahmut Yıldırım, di çarçoveya şahidê parastî de ye. Der barê Yıldırım de karê şahidê parastî hatiye kirin ya na bê lêkolîn kirin. Divê qeyda Yildirim a SGK’ê ji aliyê dadgehê ve bê lêkolînkirin.

Heyeta dadgehê, piştî îfadeya şahidan girtin danişîna dozê taloqî 20’ê Adara 2019’an kir. Parêzerê Mextûr Selîm Okçuoglu, xwest Mahmut Yildirim ê bi kodê “Yeşil” ku tê gotin hêj dijî, çarçoveya parastina şahid bê lêkolînkirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza Prz. Okçuoglu qebûl kir.