Partiya Yekitiya Demokratîk PYD‘ê rêzecivînên yên bi malbatên şehîdan re didomîne. Di vê çarçoveyê de îro civîneke ji malbatên şehîdên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê yên kantona Qamişlo re hate li darxist.

Civin bi armanca nirxandina rewşa siyasî  li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê hate lidarxistin.

Hevserokên PYD‘ê Eyşe Hiso û Şahoz Hesen û bi sedan malbatên şehîdan ên herdu navçeyan di civînê de amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Şahoz Hesen rewşa siyasî nirxand û got: “Em di pêkanîan çareseriya siyasî û danûstandinan de berdewam e û zimanên gefxwarinan ti carî qebûl nakin. Rêjîma Sûrî gefxwarinan li rojhilatê çemê Firatê dike, lê mijara rojhilatê Firatê ne bi diyalogan be çareser nabe, em jî ji vê yekê re amade ne.”

Hesen di berdewama axaftinan de got, xeteriya ku divê rêjîma Sûriyeyê bibîne, dagirkirina Tirkiyeyê li herêmên Bakurê Sûriyê û destekdayîna wê ya bi çeteyan re ye, dewleta Tirk destekê dide DAIŞ û Cebhet El-Nusra, hembûna çeteyan li ser xaka Sûriyê girêdayî Tirkiyê ku heya niha wan derbasî Sûriyê dike.

Hevserokê PYD‘ê di nava axaftinanê xwe de anî ziman ku erka sereke ya dikeve ser milê hemû gelên Sûriyê rizgarkirina herêmên di bin dagirkiriya Tirkiyê de, Efrîn, Idlib, Cerablus û hwd, bi rizgarkirina van herêman ji dagirkeriya Tirkiyeyê êdî gavên ber bi çareserkirina siyasî ji bo aloziya Sûriyê dê hesan be.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen got: ” Hemû endamên Meclisa Malbatên Şehîdan wekî ku endamên PYD‘ê ne, ji ber ku xwedî li fikrê netewa demokratîk derdikevin, felsefeya partiyê jî heman tiştek ji ber ku PYD‘ê partiyeke ku pêşengtiya vê fikrê dike.”

Piştî axaftina Şahoz Hesen, deriyê nîqaş û bersiva piran hate vekirin, her wiha rewş û pirsgirêkên malbatên şehîdan hatin nîqaşkirin.

ANHA