Balafirên artêşa Tirk a dagirker, careke din gundiyên ku di nava wan de jin û zarok hene û ji nava baxên xwe vedigeriyan bajar, qetil kirin. Dewleta dagirker di sala 2011’an de jî li heman cihî wesayîta sivîlan bombebaran kiribû û zarok jî di nav de 7 kes qetil kiribûn.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker, di saetên êvarê de li nêzî gundê Berd Kuran ê herêma Kortek a Binarê Qendîlê du wesayîtên sivîlan bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên ku nûçegihanê Rojnews ji herêmê ragihandin, di bombebaranê de 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

Di nava kesên şehîd bûne de, jinek û zarokek 4 salî jî heye. Kesên bûne qurbanî ji du malbatanin.

Welatiyên şehîd û birîndar bûne rakirin nexweşxaneya navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê.

Navê şehîdên komkujiya îro ya Kortekê wihane;

Ebdullah Alî Mîne

Heryad Ebdullah

Kurdistan Ebdullah

Navê birîndar jî evin;

Mihemed Ebdullah

Melîk Mihemed Ebdullah

Teyîb Mihemed Ebdullah

Rabî Mihemed

Di sala 2011’an de li heman cihî komkujî pêk anîbû

Dewleta Tirk a dagirker, di sala 2011’an de jî li heman cihî dîsa wesayîta gundiyan bombebran kiribû û komkujî pêk anîbû.

Di 21’ê Tebaxa sala 2011’an de balafirên dewleta dagirker, li ser rêya Kortek a Binarê Qendîlê wesayitek gundiyan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de 4 zarok û jinek ducanî jî hebû.

Piştî komkujiyê, li cihê bombebaranê peykerê endamên malbatê yên şehîd hatibû çêkirin.