Endama Lijneya Rêveber a Şûbeya Amedê ya OHD’ê Adile Salman bal kişande ser grêva brirçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got bi tecrîdê re şer, krîza aborî, siyasî û sosyal zêde bûye.Endama Lijneya Rêveber a Şûbeya Amedê ya OHD’ê Adile Salman bal kişane ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir tecrîda derî hiqûqa navnetewî ya li Imraliyê her çendî ne rûdane nû be jî, ji 5’ê Nîsana 2015’an û wir ve rewşeke pir nû derketiye holê, hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye astengkirin, girtiyên li Imraliyê bi temamî têkiliya wan bi derve re hatiye qutkirin û got, ”8’ê Mijdara 2018’an ji bo şermezarkirin tecrîdaê piştî ku Leyla Guven dest bi girêva birçîbûnê kir bi sedan girtî û cezaxwarî dest bi girêva birçîbûnê kirine, piştî hevdîtinê girêv bi dawî bûye. Lê ji 7’ê Tebaxa 2019’an û wir ve hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevditnê têne redkirin.”
Tecrîdakirina rêzdar Ocalan ku pêşniyên xwe yên çareseriyê yên bi aştîxwazî nexasim ji bo Tirkiyê û piştre ji bo pirsên sereke yên Rojhilata Navîn û krîza şaristaniya kapîtalîst hene, hewldana desthilateke wiha ye ku hewl dide domdariya bi şer, tundîyê, bi neçareseriyê pêk bîne. Bi tecrîdê re şer, aborî krîzên siyasî û civakî hene, ev naveroka tecrîdê nîşan bide. Her ku tecrîd bidome, krîzên ku roj bi roj kavilkeriyê tînin wê bidomin.”
Salman bi domdarî got bi tecrîda Imraliyê re tecrîd li ser civakê tê danîn û wiha got: ”Tecrîd dibe sedema giranbûna pirsên heyî. Rakirina tecrîdê derfeta çareseriya bi aştiyane ya pirsa Kurd e ku li Tirkiyê bûye weke pençerê û welet roj bi roj ber bi hilweşînê ve dibe. Li Tirkiyê heke neçareserkirin bidawî bie, ev ê di ser Sûriyê re tesîreke zêde li ser Rojhilata Navîn bike.
Welatên ku xwe weke hawariyên demokrasiyê nîşan didin bi bêdengiya li bara tecrîdê dibin hevkarê vî sûcî. CPT nêzîkatiya van welatan a li tecrîdê bi rengekî zelal nîşan dide, li dijî tecrîdê xebateke cidî nayê kirin, bi vî rengî para xwe di domdarkirina tecrîdê hene. Tecrîd û hemû encamên wê yê ku tesîreke giran li ser civakê dike ji bo civakê were veguhazstin, divê xweş were vegotin ku tecrîd tê maneya şer, krîz, neçaresreî û hilweşandinê. Lê ne tenê ji bo civaka Tirkiyê tenê were gotin ku rasterast jê karîger dibe, ji bo hemû cîhanê re divê were vegotin. Divê raya giştî were çêkirin û mirov bike ku saziyên weke CPT sazkar bibin.”
Salman bi berdewamî bal kişande ser grêvên birçîbûnê, diyar kir dema ku muxalefet, hêzên demokrasiyê kêm dimînin, li derve zext zêde dibin girtî li dijî polîtîkayên neçareserkirinê dikevin girêva birçîbûnê û hewl didin çareyekê bînin û got divê mirov xwedî li daxwazên girtiyan derkeve, bike ku were xuyanîkirin û bêyî ku bi derengî bikeve gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin.