Salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê şeva pîrozbahiyê pêk anî û qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û cangoriyên têkoşîna azadiyê hate xemilandin.
Hevseroka KCD-E Awûstûrya Nûrcan Guleryuz piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û destnîşan kir ku divê heta bidawîbûna êrîşên qirker û dagirker ên li dijî Rojava ew xwe weke beşek ji têkoşînê bibînin.
Ji TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî beşdarî şevê bû û bal kişand ser berxwedana Rojava ya li dijî dagirkeriyê.
Di şevê de koma muzîkê ya xwecihî Koma Arîn, her wiha Hozan Şemdîn, Hozan Aydin û Hozan Xelîl Xemgîn derketin ser dikê.

