40. salvegera damezrandina PKK’ê li Ewropayê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi tevlîbûna 1500 kesan salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê hate pîrozkiirn.
Hunermend Kawa, Zinar, Sozdar û Bulent Tûran, koma folklor, şano û korûya zarokan derketin ser dikê.
Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkairin û govend hate girtin.
Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş di şahiyê de axivî û got divê di sala 41’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin.
Di şahiyê de peyama MLKP’ê hate xwendin û sînevîzyon jî hate nîşandan.