Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarên Tambov, Saratov û Stravrapolê yên Rûsyayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Kurdên li Rûsyayê salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
MÎÇÛRÎNSK
Li bajarê Mîçûrînskê yê herêma Tambovê, komek ji jin û ciwanên Kurd bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê li hev kom bûn, govend gerandin û dirûşm qîriyan. Li gel hewa sar jî girseya gel pîrozbahiyek li dar xistin.
YERŞOV
Li navçeya Yerşovê ya bajarê Saratovê, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê li Navenda Çanda Kurd daxuyaniyek hate dayin.
Rêveberê Meclîsa Kurd a Yerşovê Mîrza Alî Yûsûbov û hunermendê Kurd Esad Ahmedov axivîn.
Qisekeran diyar kirin ku bi avabûna PKK’ê re pêvajoya ji nû ve avabûna gelê Kurd dest pê kiriye.
NOVOALEKSANDROVSKAYA
Kurdên li herêma Novoaleksandrovskaya ya herêma Stavrapolê jî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
Li gel axaftinên li ser wateya têkoşîna PKK’ê, agir hate dadan, dirûşm hatin qîrîn û govend hate gerandin.






