Salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Salle de La Boûrse ya Strasbûrgê pêk hat. Salona şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hate xemilandin.

Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya li şahiyê axivî û diyar kir, ku PKK partiyeke şehîdane.

Her wiha destnîşan kir ku PKK mîrateyeke şehîdane û divê heta azadiyê her Kurd li dora nirxên têkoşînê xwe bi rêxistin bikin.

Rêxistina TKP/ML Fransayê jî bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê peyamek weşand.

Di şahiyê de Zarîfe Zerîn, Cewad Merwanî û Govenda Avesta derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.