Di daxuyaniyê de serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku 16’ê Îlona 2022’yan destpê kiribû hate silavkirin û şehîdên serhildanê bibîr anîn.
Daxuyanî wiha didome;
“Pêla şoreşeke çandî û zihnî ku di encama raperîna şoreşgerane ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de derket holê, li ser bingeha azadiya jinan e.
Wekheviya jin û mêran, têkoşîna li dijî nijadperestiyê, bi taybetî têkoşîna li dijî siyaseta desthilatdariya dij jinê ya Îranê prensîbên vê şoreşê yên bingehîn bûn.
Gotina wê tevgera şoreşger ewe ku azadiya civakê bi azadiya jinan pêkane.”
Di daxuyaniyê de bi berdewamî tê gotin ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî pişta xwe dide îrade û hêza guhertinê ya jinan.
Lewma jî di hemû qadên jiyanê de guherîneke bingehîn pêk aniye û civakê jî hembêza xwe jê re vekiriye.
“Ew lihevnêzîkbûna ku di raperînê de çêbû, îsbat kir ku dikare bibe haveyna sereke ji bo gihîştina bi armancên şoreşê û guherîna bingehîn di demokratîkkirina Îranê de.”
Tê bibîrxistin ku Îraneke demokratîk û Kurdistaneke azad, di bin siya yekîtiya gelan de pêk tê û bi ser dikeve.
“Sitûna sereke ya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Îranê gelê Kurd e, ku bi pêşengiya xwe ya di vê şoreşê de ji hemû Îranê re kiriye.”
PJAK û KODAR’ê diyar dikin ku bi boneya yekemîn salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ew ê di 6’ê Cotmehê de kampanyayek bidin destpêkirin û ev bang dikin;
“Em bang li gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê Îranê dikin ku beşdarî greva giştî ya 6’ê Cotmehê bibin.
Em bang li hemû gelan bi taybetî jî gelê Kurd dikin ku di 16’yê Îlonê de li ser hemû gorên şehîdên şoreşê amade bin.
Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê şoreşa çandî û zihnî ya hemû civaka Îranê ye.
Xebat û têkoşîna li hember sîstema Îranê ya faşîst erka her kesî ye.
Amadebûna li qadan rêya azadî û demokrasiyê vedike.
Azadiya gelê Kurd azadiya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne.”