Ajansa Nûçeyan SANA’yê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê ketin nava bajarokê Seraqibê.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê SANA’yê ragihand, hêzên rejîma Sûriyeyê ketin navenda bajarokê Seraqibê ku bi rojan e şer lê diqewime.

Li gorî nûçeya SANA’yê, “Yekîneyên artêşê ketin nava bajarokê Seraqibê û dest bi karê paqijkirina herêmê ji mayin û teqemeniyên terorîstan.”