Berpirsa Karên Derve ya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm li ser rûpela xwe ya fermî ya medya civakî, nivîsek derbarê biryara Amerîkayê ya li dijî sê şoreşgerên Kurd (Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Murad Karayilan) de weşand. Şanaz Îbrahîm nerazîbûn nîşana biryara Amerîkayê da û diyar kir ku wê Kurd şoreşgerên xwe nefiroşin û vê pilana wan bi yekdengî têk bibin.
Şanaz Îbrahîm ev biryara Amerîkayê weke siyaseteke bêşerm û şeklî ya li gel Tirkiyeya ku di nava qeyranan de fetisiye bi nav dike û dibêje, “Ji bo Hevalê Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan 12 Milyon doarl xelat danîn e. Ev biryara Amerîkayê di encama siyaseteke bêşerm û dilxweşker a ji bo Tirkiyeyeke li derve û navxweyî de di nava qeyranan de dijî de hatiye girtin. Lê divê helwesteke cidî li hember vê biryara Amerîkayê were nîşandan. Pêwîste were pirsîn gelo, Amerîka vê cesaretê ji kuderê girtiye ev qas bê minnet biryarê di derbarê sê şoreşgerên mezin yên Kurd de distîne?”
Şanaz Îbrahîm rola Amerîkayê ya di komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî bibîr dixe û dibêje, “Amerîka ti carî ne got agahiya wî ji komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Ocalan pêk hat, nîne. Gelek caran bi awayeke eşkere rola xwe ya di komployê de îtîraf kiriye. Lê tevî vê yekê jî Amerîka li ne Kurdistanê ne jî li derveyî Kurdistanê li rastê nerazîbûneke cidî ne hat. Xêre piştî 20 salan ser vê xeletiya hatiye kirin re derbas bûye, tu radibî biryara girtina sê pêşeng û şoreşgerên Kurd didî?”
Şanaz Îbrahîm di dewama nivîsa xwede bersiva pirsên ku kiriye jî dide û wiha pêde diçe, “Ez bi dilniyayî dibêjim, eger ji belavbûn û parçebûna navxweyî ya Kurdan hêz û hêvî neyê girtin, ti hêz û ti dewletek cesaret nake bêje, emê berpirsên we bigirin û axa xwe dagir bikin!.”
Ji bo têkbirina van pilanên li dijî pêşengên Kurd jî Şanaz Îbrahîm berxwedana Kobanê û çend nimûneyên din bibîr dixe û wiha dirêjî bi nivîsê dide, “Me li Kobanê dît ku yekîtiya Kurd ya fikrî, siyasî û girseyî hişt ku berxwedana Kobanê li cîhanê deng vede û YPG di aliyê leşkerî de li dijî hêza herî qirêj DAIŞ’ê serkeftine mezin bidest bixe. Her wiha li dijî girtina Salih Mûslim a li welatê Çek’ê Kurd nerazîbûn dan nîşan û wê pilanê têk birin. Eger gelê me bi awayeke lezgîn û bi şêweyeke girseyî helwest nîşa bidin û ev pilana girtina şoreşger û pêşengên Kurdisatnê jî sernekeve. Wê hemû cîhan jî bibîne ku gelê Kurd êdî ne ew Kurdê ji hev belavbûyî û lewaz e.”
Şanaz Îbrahîm di beşa dawî ya nivîsa xwede jî parastina van pêşengên Kurd weke erkeke exlaqî û mirovî dest digire û nivîsa xwe bi van gotinan bi dawî dike, “Eger Amerîka pere li beramber têkoşerên me pêşkêş dike, tişta ku dikeve ser milê me Kurdan jî, parastina van têkoşerên xwe ye. Parastina têkoşerên xwe jî erkeke exlaqî û însanî ya pîroz e. Em ê bidin nîşandan ku ‘Kurd, şoreşgerên xwe nafiroşin’.”
Çavkanî RojNews