Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar derbarê dagirkirina şaredariyên Kurdistanê got desthilata AKP-MHP’ê darbekar û diyar kir, ”Gelê Kurd û HDP serê xwe natewînin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar, li dijî dagirkirina 5 Şaredariyên Kurdistanê helwest nîşan da û got: “Plana desthilatê ya darbeyê didome. Şaredarî hedefa wan a ewil û herî girîng e.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Sêrt, Îdir, Hawêl, Misirc û Vartînîsê kir, li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.
Sancar li dijî dagirkeriya qeyûman helwest nîşan da û wiha got: “Qeyûm desteserkirina vîna gel e. Dîsa desteserkirina ked û xwarina hemû mirovên xizan e. Ez bang li kesên xwedî rûmet û rêxistinên kedê dikim ku li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna demokratîk geş bikin. Rabûna li ber qeyûman rabûna li ber şer e. Redkirina polîtîkayên qeyûm redkirina şer û talankirina ked, vînê ye. Redkirina xizanî, talankirin û wêrankirinê ye. Parastina aştî û demokrasiyê ye.”
DESTHILAT DIJMINÊ KURDAN E
Sancar, anî ziman ku ev desthilat rejîma darbeyan e û wiha lê zêde kir: “Ev desthilat rejîma darbeyan e. Berhemê darbeyan e. Desthilata darbeyan e. Darbekar û dijminê demokrasiyê ye. Dijminê vîna gel e. Dijminê gelê Kurd e. Gelê Kurd dizane ku li vîna xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Bi salan e tu hêz û êrîşan nekarîbû vîna gelê Kurt têk bibe. Ji niha û pê ve jî wê nikaribe têk bibe. Em serî û çongê natewînin. Em têk naçin. Em ê bi biryarê têkoşîna xwe bilind bikin.”
DESTHILATDARÎ DIJMINÊ GEL Û TENDURISTIYA GEL E
Sancar, destnîşan kir ku desthilatdar dijminê gel û tenduristiya gel e û wiha berdewam kir: “Ji destpêka tayînkirina qeyûman heta niha em cemaweriyê hişyar dikin. Eger hûn tenê wekî pirsgirêka HDP’ê û gelê Kurd bibînin, hûnê xwe bixapînin. Ji ber vê yekê em bi hevre li dijî desteserkirina şaredariyan dengê xwe bilind bikin. Ger ku roja ewil me bi hev re li dijî vê neheqî û talankirinê dengê xwe bilind kiribûya wisa nedibû. Em rastî dîmenek wisa nedihatin. Em li dijî polîtîkayên ku vîna gel tune dihesibîne û dijminantiya Kurdan dikin li ser piyan in. Em bi biryarin hemû çalakiyên demokratîk pêk bînin. Tayînkirina qeyûman wê têkoşîna me bêtir zêde bike. Hemû cîhan dizane ku HDP li dijî zext û tundiyê serî natewîne. Gelê Kurd ji zextan natirse. Werin em bi hevre li dijî van zext û tundiyê rawestin.”
Sancar, diyar kir ku desthilat bi rêya qeyûman ji bêrîka gel û malên gel mal, xwarin û keda xizanan desteser dike û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûm talankirina vînê ye. Desteserkirina qût û zexîrê xizanan e. Divê her kesên dixwazin ked, qût û nirxên xwe biparêzin bibin yek û li dijî vê desteserkirinê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Divê her kesên aştî û demokrasiyê dixwazin li dijî vê yekê derkevin.
Li vî welatî aştî, demokrasî û azadî tenê dikare bi HDP’ê pêk were. Bi têkoşîna gelê Kurd a bi biryar wê pêk were. Bi xwedîderketina hêzên demokratîk pêkan e. Em di 35 salên dawî de dibînin ku yên dijminantiya gelê Kurd kirine çûne sergoyê dîrokê. Em Turgut Ozal, Suleyman Demirel, Mesut Yilmaz, Tansu Çilleran ji bîr nekin. Ev partiyên ku îro tev li sergoyê dîrokê bûne, demekê desthilatdar bûn û xwedî hêza herî mezin bûn. Lê ji ber bi polîtîkayên şer nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bûn, îro li holê tune ne. Em carek din desthilatdariyê hişyar dikin ku ji dîrokê dersê derxin. Em dibêjin bi sîgorta demokrasiyê nelîzin. Êrîşî aştiya civakî nekin.
Sancar, herî dawî bang li her kesên demokrat, aştîxwaz û parazvanên mafên mirovan kir ku li dijî vê desteserkirinê rawestin û dengê xwe bilind bikin.