Şandeyek a KNK’ê serdana avahiya HDK-Î ya li bajarê Hewlêrê kir. Di serdanê de nûnerên herdû aliyan diyarkirin ku divê yekîtiya gelê Kurd ava bibe û ev jî tenê bi daxuyaniyan nemîne. Herwiha hat gotin ku ger Kurd xwe nekin yek wê her roj beşek yê Kurdistanê bibe qûrbanî.
Şandek ya KNK’ê bi armanca pêşxistina yekîtiya netewî ya Kurd îro serdana avahiya HDK-Î ya li bajarê Hewlêrê kir. Piştî civînê herdû aliyan daxuyaniyek a çepemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de endamê rêveberiya KNK’ê Şukurula Hemedîn axivî û diyarkir ku wana îro serdana Hizba Demokrat a Kurdistanê li Koyê kiriye, niha serdana Hizba Demokrat a Kurdistan ya Îranê li bajarê Hewlêrê kirine.
Hemedîn di dewamê de got ku wana ji ber êrîşên dawî yên rejîma Îranê li ser baregehên HDK û HDK-Î pêkhatine, xemginiya xwe anîne ziman û piştgiriya xwe ya ji bo hizbên Kurdan anîne ser ziman.
Hemedîn balkêşa ser yekitiya netewî û got; “Pêwîste her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî dijminan yek deng û yek reng bin. Ger ev yek pêk were emê hemû bi hevre bikarin li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê rawestîn.”
Piştî wê nûnerê HDK’ê yê li bajarê Hewlêr Mihemed Salih Qadrî jî axivî û got; “Ji ber ne yekbûna Kurdan her roj beşek Kurd bi destê dijminan dibin qûrbanî. Ji bo vê pêwîste qonaxek din destpê bike, ew jî tenê yekitiya nava gelê Kurd ya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê di dema pêş de gotinek ya Kurdan a ser navê her çar parçeyên Kurdistanê hebe û ev pêngav tenê nivîskî û bi daxuyaniyan nemênin.”