Şandek ya Desteya Bilind a lijneya tifaqa Şengalê serdana Bexdayê kir. Şand bi Desteya Bilind ya Rêxistina Mafê Mirovan a Iraqê re civiya. Di civînê de behsa rewşa Şengal, gorên komî û avakirina îdareyek ya Şengalê hat kirin.

Şandeyek ya Desteya Bilind a lijneya tifaqa Şengalê serdana Rêxistina Mafê Mirovan ya Iraqê li Bexdayê kir. Şande ji aliyê cîgirê serokê desteyê Elî Ebid Alkerîm ve hat pêşwazî kirin. Şande bi serok û endamên Desteya Mafê Mirovan a Iraqê re civiyan.

Li gorî agahiyên hatine standin di hevdîtinê de rewşa Şengal û paşguh xistina Şengalê hatine nîqaş kirin. Li ser vê mijarê cîgirê Desteya Mafê Mirovan a li Iraqê Elî Ebid Alkerîm ji RojNews re axivî.

Elî Ebid got: “Em bi hatina şandeya Şengalê gelek kêfxweşin, em jî dizanin gelek kêmahî di aliyê hikûmeta Iraqê de ji bo Şengalê hene. Herwiha gelek gorên komî li Şengalê hene û heya niha wek saziya mafê mirovan a Iraqê li ser vê mijarê weke pêwîst erkê xwe pêkneaniye.”

Elî Ebid li ser naveroka hevdîtina bi şandeya Şengalê re jî got: “Di vê hevdîtinê de me xalên pir girîng nîqaş kirin, bi taybet mijara gorên komî ku heya niha ji ber hêcetên cuda û nakokiyên siyasî nehatine vekirin. Pêwîste ev gor bên vekirin. herwiha hejmarek zêde gelê Êzidî dinava wargehên Herêma Kurdistanê dene, erkê hikumeta Iraqê jî ewe ku xizmeta wan bike. Herwiha divê ji bo vegera Êzidiyan a ser xaka xwe kar bê kirin.”

Herwiha di hevdîtinan her du aliyan mijara dîlên destê DAIŞ’ê de û avakirina îdareyek ku li ser daxwaza gel be hatin nîqaş kirin.

Tê payîn şande çend rojan li Bexda bimîne û bi aliyên cuda re hevdîtinan pêkbîne.