Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz û endamên MYK’ê yên, ji bo protestokirina desteserkirina vîna gel çûne Colemêrgê.
Şandeya KESKê, ji aliyê gel ve bi çepik û diruşmeyan hate pêşwazî kirin.
Hevserokê Giştî yê KESKê, Ahamet Karagoz axivî û got:
Em dixwazin berê xwe bidin edaletê, lê li vî welatî edalet tune ye.
Li cihekî ku edalet nebe însaniyet jî nîne.
Qeyûm xespkariya vîna gel e.
Desthilatdariya AKP xwedî fikrekî talanger e.
Ew di 31’ê Adarê de têk çûn. Niha dixwazin bi riya qeyûm, Şaredariya Colemêrgê xesp bikin.
Em vê xespkariyê tu carî qebûl nakin. Divê teqez ji vê biryarê vegerin.
Bi darê zorê binçavkirina hevşaredar eşkere dike.
Ev jî dide xuya kirin ku pêkanînên faşîzan li vê welatî mayînde bûne.
Em vê rewşê hem protesto dikin û hem qebûl nakin.
Mehmet Akiş vîna vî gelî ye û çi dibe bila bibe, divê rêzê bigirin û vîna gelê Colemrgê qebûl bikin.
Divê demildest dev ji vê darbeya li dijî vîna gel berdin.”
Parlementerê DEM Partî Sirri Sakik jî axivî û got:
Em, serî li hember zor û zilmê natewînin.
Hûn mecbur in, di vê xakê de rêzê li ber vîna gelê Kurd bigirin.