Hevşaredarê Binarên Qendîlê Mihemd Hesen bal kişand li ser lehiya ku di 26’ê Comtehê li gundewarên Binarê Qendîlê rabûyî û bûyî sedemê ziyanek mezin û got; “Weke Şeredarî çi bikeve ser milê me, em ê ji bo gelê xwe bikin. Ziyana vê carê geleke. Weke şareserî barek giran dikive li ser milê me. Em banga alîkariyê li her kesê dikin.”

Di 26’ê Cotmehê de li gundewarên Binarên Qendîlê ji barîna barana zêde lehiyek rabû û ziyanek pir mezin da mal, zevî, dibistan, nexweşxane û lawirên gundiyan. Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen li ser mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku weke şaredarî tişta bikeve li ser milê wan wê ji gel re bikin. Hesen banga alîkariyê li hikûmet û rêxistinan kir.

Mihemed Hesen da zanîn ku çend rojin bê ceryan û wiha got; “Di 26’ê Cotmehê de lehiyek gelek mezin li Qendîlê rabû. Ji ber baran û lehiyê gundiyan gelek zerarên madî dîtin. Di nav wan de jî gelek cihên weke dibistan, pir, zevî, mal û milkên me zerarên pir mezin dîtin. Ev çend rojin em bê ceyran û av mane. Ji bo wê jî niha weke şaredarî barekî pir giran dikeve ser milê me. Ev demek pir dirêj çêbûye ku me lehiyek bi vî rengî nedîtiye, lê ev cara yekemîn jî nîne ku em rastî rewşên bi vî rengî tên. Ev çend rojin ku gelê me di nav liv û tevgerê de ne ku cihên û malên xwe ji heriyê paqij dikin.”

Banga ji bo hikûmetê

Hevşaredarê Binarên Qendîlê Mihemd Hesen di dawiya axaftina xwe de, banga alîkariyê li kesên xêrxwaz, hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinan kir û got; “Bang li hikûmeta Herema Kurdistanê, sazî û dezgehên xêrxwaziyê dikim ku destê alîkariyê dirêjî me bikin. Hêvî û daxwaza me ji wan heye ku ew jî werin rewşê bi çavên xwe bibin û alîkariya gelên hejar bikin.”